Meclisa Şehbayê kiryarên guhartinên demografîk ên hikumeta Sûriyê şermezar kirin

Meclisa Kantona Şehbayê kiryarên hikumeta Sûriyê ya guhartina demografiyê li gundên Kurdan ên di bin serweriya wê de li bejahiya bakurê Helebê, şermezar kirin.

Meclisa Şehbayê kiryarên guhartinên demografîk ên hikumeta Sûriyê şermezar kirin
25 nîsan, 2020   12:37
ŞEHBA

Têkildarî mijarê Meclisa Kantona Şehbayê kiryarên hikumeta Sûriyê yên berdewamkirina siyaseta înkarkirina mafên gelê Kurd li Sûriyê şermezar kirin û daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 10’an bû, hê jî rejîma Sûriyê bi zîhniyeta hişk a dûrxistina ji çareya siyasî ku nûnertiya pêkhateyên gelê Sûriyê dike, dûr e. Her wiha siyaseta înkarkirin û dûrxistinê li ser gelên herêmê pêk tîne.

Li bajarokên Til Eran û Til Hasil ku piraniya wan Kurd in û bi hinceta parastina ji Koronavîrusê rejîma Sûriyê navenda karantînayê di hundirê dibistana Til Eranê de ava kir da ku qereçiyên li tevahî herêmên di bin serweriya wê de, bîne wir. Ev kiryar destpêkirina pêkanîna guhartina demografiyê ji aliyekî ve û piştevaniya berbelavkirina pandemiya Koronavîrusê di navbera şêniyan de ji aliyekî din ve ye.

Em wek Meclisa Kantona Şehbayê bi tundî van kiryarên bi hewldana guhartina demografiya gundên Kurdan ên di bin kontrola rejîma Sûriyê ya navendên karantînayê û anîna qereçiyan li naverasta bejahiya Sûriyê û bicihkirina li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên li rojhilatê bajarê Helebê, şermezar dikin.

Em bang li NY’yê dikin ku fişarê li hikumeta Sûriyê bike da ku ji pêkanîna kiryarên guhartina demografiyê vegere."

(fr)