Mijarên rojnameyên erebî – 24 Nîsan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, aloziya avakirina hikumeta Iraqê û destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 24 Nîsan
24 nîsan, 2020   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: "KOMA ASTANAYÊ" AMADEKARIYA LÛTKEYA SÊALÎ DIKE

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Nîqaşên wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê hişt amadekarî ji bo lûtkeya sêalî ya serokên koma Astanayê bê kirin. Da ku bi wê re nîqaşên li ser pêşketinên rewşên meydanî, siyasî û karê komîteya destûrê ya ku bi sedema rewşên Koronavîrusê hatiye bipaşdexistin, bikin.

Encamên civîna wezîran a di çarşemê de bi rêya vîdeo-konferansê hatiye lidarxistin, destpêkirina xebata hevbeş a lidarxistina lûtkeyê ye ku dihat texmînkirin ku meha borî li Tehranê li dar biketa û bi sedema berbelavbûna Koronavîrusê hat paşdexistin. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dema lidarixistina lûtkeya nû ya serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê der barê Sûriyê dê di demên pêş de diyar bibe.”

EL-EREB: KAZIMÎ NÎVÊ ENDAMÊN KABÎNEYA XWE DIYAR KIRINE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî aşkera kir ku serokwezîrê demkî Mistefa Kazimî nîvê endamên kabîneya xwe ya wezaretê hilbijartin û bendewarê parlamantoyê ye ku di civîna parlamantoyê ya taybet de ku baweriyê pê bîne. Tê payîn ku civîna parlamantoyê di nava çend rojên pêş de were lidarxistin.

Dezgehên çapemeniyê navên bernamzetên ku dê di hikumeta Kazimî de kursiyên wezaretê bigirin, bi dest xistin. Di vê derbarê de çavkaniyan diyar kir ku nav di civandina hêzên şîe de hate pêşkêşkirin û bendewarên civînên din in. Civînên di demên pêş de werin lidarxistin dê têkildarî diyarkirina hejmara bernamzetan be û ew jî dê beriya nav rabin civîna parlamentoyê, da ku erê bike. Tê payîn ku civîn di nîvê hefteya bê de were lidarxistin.

Navên ku hatine bidestxistin ji gelek siyasetmedarên kevn ên mîna Fûad Husên e ku ji bo li ser Wezareta Darayî ya ku niha bi rê ve dibe, Îbrahîm Behir ê şîe ku ji bo Wezareta Perwerdeya Bilind e, Cebar Leîbî berî niha wezîrê petrolê bû û niha ji bo heman karî navê xwe daye, Mihemed Şiyaa Sûdanî berî niha wezîrê kar ê hikumeta berê bû û ji bo heman peywirê navê xwe daye hikumeta nû, serokê Zanîngeha Enbar Xalid Betal ji bo Wezareta Plansaziyê navê xwe pêşkêş kiriye, serokê Zanîngeha Neynewa Mezahim El-Xeyat ji bo Wezareta Perwerdeyê navê xwe pêşkêş kiriye, Elaa Husên bernamzetê Wezareta Veguhastinê û Rêzan Mihemed bernameztê Wezareta Şaredariyan e.

Xala balkêş ew e ku di lîsteyê de herî kêm 3 bernamzetên ku protestoyên li welat ji destpêka sala derbasbûyî û heta niha berdewam e erê dikin, hene, ew jî Hîşam Dawûd bernamzetê Wezareta Çandê, Hars Hesen bernamezetê Wezareta Karên Derve û Kazim Sehlanî bernamezetê Wezareta Kar û Barên Civakî ye.

li gorî çavkaniyên proseya diyalogan dişopînin, lîsteya bernamzetan heta niha hîn bi dawî nebûye, nexasim ku lihevkirin der barê paşxistina şopandina navên bernamzetên 5 wezaretên din de derket holê,  ji wan wezareta  parastinê û hundirîn e.

Tê payîn ku li gorî kota rêolên li Iraqê dê wezareta parastinê para pêkhateya sunnî be û wezareta hundirîn jî boş îe be,

Çavkaniyan piştrast kir ku nakokî der barê wezareta parastinê û hundirîn de ye di heman demê de Kazimî dibîne ku ji mafên wî yên kesayetî ne û partiyên Sine û Şîe israr dikin ku her du wezaret divê li gorî rêolan be û ne li gorî xwesteka erkdar be.

EL-BEYAN: BINKETIN TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ BER BI ÇÊKIRINA DEREWAN VE DIBE

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê piştrast kir ku rejîma Tirk û hikumeta Wîfaqê piştî li Lîbyayê bi bin ketin, dixwazin propagandayan bi kar bînin û ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê li eniyên Selah El-Dîn gazên kîmyewî bi kar anîne, lewma divê dadgeheke navneteweyî çêbe û îdiayên Tirkiyê werin kişfkirin.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku rejîma Tirkiye îdiayan belav dike ku artêşa Lîbyayê li eniyên Selah El-Dîn gaz bi kar aniye û bi vê yekê raya giştî rê bide balafirên Tirkiyê, li ser vî esasî banga vekirina lêpirsîneke navneteweyî kir ku îdiayên Tirkiyê werin aşkerakirin.

(fr-eh)