Ji ber Koronavîrusê amadekariya meha Remezanê nehat kirin

Vîrusa korona ya nû (Coovid-19) li seranserê cîhanê belav bûye, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û ji ber vê yekê şêniyên Şedadê amadekariyên meha Remezanê nekirine.

Ji ber Koronavîrusê amadekariya meha Remezanê nehat kirin
Ji ber Koronavîrusê amadekariya meha Remezanê nehat kirin
Ji ber Koronavîrusê amadekariya meha Remezanê nehat kirin
23 nîsan, 2020   08:18
HESEKÊ-BASIL DEXÎL

Li tevahiya cîhanê zêdetirî 2 milyon û 600 hezar kes bi vîrusê ketine, 183 hezar kes bûne qurbanî. Da ku parastina tenduristiya sivîlan mîsoger bibe, qedexeyên derketina derve û bergiriyên pêwîst hîn zêdetir hatin girtin.

Bi rasthatina meha Remezanê re kolanên navçeya Şedadê û bazara wê hema bêje vala ne û şêniyan amadekariyên xwe nekirine.Tê zanîn ku di salên derbasbûyî de beriya meha Remezanê herî kêm bi hefteyekê şênî li nava bazarê digeriyan û kel û pelên xwe werdigirtin lê îsal rewş cuda ye û ji ber Koronavîrusê bazar vala ye.

Welatiyê bi navê Ezîz îşaret bi xetereya vîrusê kir ku di encamê de şêniyan jiyana xwe ji dest daye, ji ber vê yekê tedbîrên pêwîst hatin girtin û liv û tevgera li nava bazarên herêmê, kel û pel kêm in û nirxên madeyan û sebzeyan bilind e. Ezîz da zanîn ku beriya meha Remezanê herî kêm  bi hefteyekê şêniyan kel û pelên xwe dikirîn û amadekariyên Remezanê dikirin, ji ber vê yekê bazar aktîf bû lê îsal bê deng e.

Li milekî din jî welatiyê bi navê Basim Şiwêyîx axivî û got ji ber vîrusa koronayê Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst girtin, nirxên kel û pelan bilind e, lewma bazar vala ye û amadekariyên meha Remezanê nehatin kirin.

Her wiha weqfeyan diyar kir ku divê şênî li malên xwe nimêj bikin û parastina xwe ji vîrusê bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ufl5fIQzWLs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>