CIA’yê şandina peyka leşkerî ya Îranê derewand

Piştî ragihandina Îranê ku peykeke leşkerî şandiye fezayê û bi serkeftî gihîştiye rêgeha xwe, CIA’yê destnîşan kir ku tu peyk nehatine şandin.

CIA’yê şandina peyka leşkerî ya Îranê derewand
23 nîsan, 2020   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

CIA’yê roja çarşemê (duh) îdiayên Îranê yên şandina peyka leşkerî (dûvelenk) derewandin.

Ajansa El-Hûra li ser zimanê berpirsekî Wezareta Parastinê ya DYA wiha ragihand: "CIA`yê tu peykên Îranê ku ketibin rêgeha fezayî ya Cîhanê, tespît nekirin.”

Çavkanî destnîşan kir ku çalakiya Îranê ya şandina peykê bi bin ketiye û wiha da zanîn: "Li gorî agahiyan, tê texmînkirin ku çalakiya birêkirinê bi bin ketiye.”

Malpera Artêşa Pasdaran  a Îranê duh ragihand ku peyka "Nûr 1" sibeha çarşemê bi rêya moşekeke ji cureya "Qasid" ji çolistana navendî ya Îranê, bi serkeftî hatiye şandin. Her wiha diyar kir ku peyk li rêgeha xwe bi cih bûye.

DYA bernameya fezayê ya Îranê tawanbar dike û bi taybetî dema ku Tehranê di Çileya 2019`an de bi armanca bicihkirina peykekê moşekek avêtibû, bi kiryareke "bihêrskirinê" û binpêkirina biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmara 2231`an, bi nav kiribû.

Tehran jî plankirina bidestxistina çekên nukleer diderewîne û piştrast dike ku bernameyên wê yên balîstîk û fezayî qanûnî ne û biryarê binpê nakin.

(cx)

ANHA