Artêşa Tirk li Girê Spî rûspiyek girt

Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rûspiyê eşîra Neîm a ji pêkhateya Ereb ji mala wî ya li herêma Girê Spî ya dagirkirî girt.

Artêşa Tirk li Girê Spî rûspiyek girt
23 nîsan, 2020   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên nêzî malbata şêx Înêzan diyar kir ku 6 erebeyên artêşa Tirk ku di nav de panzêrek hebû, li bajarê Girê Spî hatin mala şêx Înêzan (75) ê ji gundê Mişêrfê El-Şêx Ehmed ku 7 km dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî û ew ji bo lêpirsînê birin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku şêx Înêzan ku wek keyasetekî sereke yê eşîrên Ereban li Sûriyê tê naskirin û girîngtirîn şêxê êla Neîm a Ereb a li parêzgeha Reqayê ye, piştî artêşa Tirk xaka Sûriyê dagir kir, ji gundê xwe derket û di Adara derbasbûyî de vegeriya mala xwe.

Li milekî din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kir ku panzêrên Tirkiyê tevî çend çeteyên piştgiriya wan dikin, îro girtin ser gundê Mişêrfê yê Girê Spî û şêxê eşîra Neîm ji ber ku berî niha endamê Meclisa Eşîran bû, girt. Heta niha çarenûsa şêx ne diyar e.

(eh)