Mijarên rojnameyên erebî – 23 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û civîna sêalî ya garantorên Astanayê de nivîsî, her wiha geşedanên li Iraq û Lîbyayê jî di rojeva rojnameyan de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 23 Nîsan
23 nîsan, 2020   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: CIVÎNA WEZÎRAN A “KOMA ASTANAYÊ” REWŞA IDLIBÊ, ROJHILATÊ FIRATÊ Û ÇARESERÎ NIRXANDIN

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê nivîsand. Rojanameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê, bi rêya înternetê toreke nû ya diyalogê pêk anî, di civînê de rewşa Idlibê û pêvajoya çareseriya siyasî li Sûriyê û rewşa mirovî ya koçberan nirxandin.”

Çavkaniyên Rûsyayê ragihand ku di civînê de Moskovê xwestiye ku cezayên yekalî yên DYA û welatên rojava li ser Sûriyê, Îran û hin welatên din bêne rakirin.”

Li Enqereyê jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got ku civîna duh çarşemê ya pêvajoya Astanayê ya heftemîn, geşedanên dawiyê yên Idlib û rojhilatê Firatê, pêvajoya siyasî ya Sûriyê û rewşa mirovî û vegera koçberan nirxandine, her wiha civîna sêalî awayên pêşîlêgirtina vîrusa koronayê jî gotûbêj kirine.

Beriya civînê, wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Şamê kiribû û bi serokê Sûriyê Beşar El-Esed re civiyabû. Tehranê diyar kir ku civîna serokên dewletên garantor ên Astanayê (Rûsya û Tirkiye û Îran) betal nebûye, lê ji ber belavbûna vîrusa koronayê hatiye paşxistin.

Beriya civîna duhPûtîn, bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û yê Îranê Hesen Rûhanî re axivî, di axaftina telefonê de geşedanên li Sûriyê û rewşa Idlibê û peymana agirbestê hatin gotûbêjkirin.”

Li aliyekî din, rojnameyê nivîsî: “Tirkiyê pêla sêyemîn a hemleya niştecihkirinê li Til Ebyedê, bakurê parêzgeha Reqayê, pêk anî. Hêzên Tirkiyê yên Sûriyê zêdetirî 500 kesan ku malbatên çekdarên komên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê ne, bi rêya 150 basan, ji Cerablusa bakurê Helebê birin Girê Spî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê wiha da zanîn: “Her wiha hin koçberên Xûtaya Şamê û Hims û Idlibê jî birin bajarê Girê Spî. Di vê navberê de meclisên herêmî yên herêmên di bin destê hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de, navên malbatên çekdaran dinivîsin da ku wan bibin herêma “Kaniya Aştiyê” ya rojhilatê Firatê.”

EL-EREB: GELO KAZIMÎ DÊ IRAQÊ JI YEKDESTIYA PARTIYA EL-DAWA EL-ISLAMIYE RIZGAR BIKE?

Der barê rewşa Iraqê de rojnameyê nivîsî: “Diyalogên avakirina hikûmeta Iraqê ya nû diyar kirin ku bandora Partiya  El-Dawa El-Îslamiye pir kêm bûye ku vê partiyê di navbera salên 2005 û 2018`an de hikûmet xistibû bin destê xwe. Li gorî agahiyan ku El-Ereb bi dest xistine, Partiya El-Dawa El-Îslamiye bi serokatiya Nûrî El-Malikî tenê dê wezaretekê bistîne, di kabîneya nû ya hikûmetê de.

Çavkanî dibêjin ku wezareta ku dê bidine partiya El-Malikî dê ne wezareteke bi bandor be, piştî ku hêzên siyasî yên şîeyan, sunniyan û Kurdan wezaretên girîng hemû girtin. Li gorî çavkaniyan El-Malikî hewl dide yekî ji her du zavayên xwe hilbijêre, Hisên El-Malikî yan Yasir Sixêl. Ev yek dê aloziya partiyê hîn kûrtir bike.”

EL-BEYAN: ÇETEYÊN ERDOGAN LI BENGAZIYÊ DÎL HATIN GIRTIN, DI RÊWÎTIYA VEGERÊ DE JÎ TERM HENE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê wiha nivîsî: “Hin dîl ketin destên artêşê, hin jî termên wan veguhaztin herêmên çeteyên Tirkiyê yên li Idlibê, hin jî li ser axa Lîbyayê hatin binaxkirin, êdî çarenûsa çeteyên Erdogan li ber bayê şerê li dijî Lîbyayê ket. Her roj bi mirin û girtinan re rû bi rû ne, li ser axeke ku nas nakin û nizanîbûn bê ka çi li benda wan e.

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan duh çend çete dîl birin Benxaziyê, di nava wan de çeteyên Tirkiyê hene ku li eniyên başûrê Terablusê û başûr û rojhiatê Misratayê hatine girtin.

Li ser erdê jî, li gorî agahiyên ku El-Beyan bi dest xistine, fermandariya giştî ya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê di nava du rojên dawiyê de gelek hêzên leşkerî birine “cihê tê naskirin” bêyî ku bibêjin kîjan cih e. Çavkanî dibêjin ku artêş berê xwe bide rizgarkirina bajarên beravê yên rojava û wan bajaran ji destê milîsên girêdayî Tirkiyê derxe, her wiha dê lez bide bidawîkirina şerê rizgarkirina Terablusê.