Efrîniyek din jî bû qurbana hovîtiya çeteyên Tirkiyê

Çeteyên Sutan Murad ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi çû bi hovîtî li şêniyek efrînî yê temenmezin xistin, piştre ji ber birînên giran jiyana xwe dest da.

Efrîniyek din jî bû qurbana hovîtiya çeteyên Tirkiyê
22 nîsan, 2020   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê destnîşan kirin ku şêniyê bi temenmezin Elî Ehmed 74 salî ji şêniyên bajarokê Meydankî yê girêdayî navçeya Şera li kantona Efrînê îro piştî ku çeteyên Sultan Murad lê dan ji ber birînên giran jiyana xwe ji dest da.

Girêdayî deteyên bûyerê çavkaniyan gotin: “Elî Ehmed 200 serî pez di nav zeviya xwe de ya li nêzî mala xwe li gund, diçêrandin çeteyan rê li ser birîn û bi çû bi awayekî hovane lêdan. Elî Ehmed dema radikirin nexweşxaneyên Efrînê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest dide”.  

Çavkaniyan destnîşan kirin ku Polîsa Sivîl ji ber tirsa ji çeteyên Sutan Murad ên girêdayî istixbarata Tirkiyê mudexeleya bûyerê nekir û sûcdar negirtin.

Di vê hefteyê de ev bûyera duyemîn ku çeteyên Tirkiyê li dijî efrîniyên temenmezin pêk tînin. Beriya du rojan çeteyên  artêşa Tirk a dagirker jinek bi navê Fatme Kene (74) di mala wê de lêdan û xeniqandin.

(şx)

ANHA