Li Diyala teqîn: 5 leşker birîndar bûn

Li parêzgeha Diyala bombeya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû bicihkirin  teqiya û 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Li Diyala teqîn: 5 leşker birîndar bûn
22 nîsan, 2020   15:05
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya RojNews’ê îro li nêzî navçeya Narîn ku dikeve bakur rojhilatê parêzgeha Diyala, dema karwanê leşkerî derbaz dibû, bombeya  ku ji berê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû bicihkirin teqiya. Di encama teqînê de 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye di hefteyên dawiyê de li gelek deverên Iraqê tevger û êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne. Duh jî di encama çend êrişên cûda de 5 kes ji welatî û leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.