Rewşenbîr û hunermendên Rojhilat: Rê nedin şerê birakujî

Rewşenbîr, hunermend û aktivîstên rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyek hevbeş bang li aliyên Kurdî kirin ku rê nedin şerê birakujî rû bide û hemû hêzên li devera Zînî Wertê bi paşde bikişin.

Rewşenbîr û hunermendên Rojhilat: Rê nedin şerê birakujî
22 nîsan, 2020   14:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro komek ji rewşenbîr, hunermend û aktivîstên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş li ser aloziyên li Zînî Wertê belav kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin: “Aloziya ku li Zînî Wertê derketiye, ger di demek zû de pêşî lê neyê girtin û li şûna çekê giftûgo neyên destpêkirin û çareserkirin, wê Kurd li herêmê zirerê bibînin. Wê gelê Kurd ji partiyên Kurdî bêhêvî bibe û bawerî bi wan neyne. Her wiha wê dilê welatên dostê Kurda ji doza rewa ya Kurdî sar bibe.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola saziyên çapemeniyê û hate gotin, ragihandina Kurdî dikare di nava aliyan de derfeta diyalogê li ser mijarên aloz û bi nakok bi afirîne. Her wiha bang li hemû rayedar û saziyên çepemeniyê hate kirin bi berpirsyartiyek dîrokî nêzî mijarê bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaz ji raya giştî ya Kurd, aliyên siyasî û saziyên civaka sivîl hate kirin, ji bo berjewendiyên netewî û ji bo bidawî anîna aloziya li Zînî Wertê bikevin nava hewildanan.

Kesên ku îmze di binê daxuyaniyê de dane navê wan evin;

Ferzane Celalî

Fatîme Kerîmî

Rehman Ciwanmerdî

Xelîl Pêş Nemaz

Mesûd Fethî

Cehangîr Ebdulayî

Aram Melkşa

Teyîb Tahirî

Îlham Cihangerd

Herdewêl Kakeyî

Ehmed Zînî Wend

Necmedîn Xulamî

Ehmed Bazgir

Kalê Ateş

Reşad Mistefa Sultanî

Ebdullah Mistefa Sultanî

Kemran Metîn

Ebas Welî

Burzu Elyas

Alan Hesen Niya

Rehîm Sirxî

Gulruh Qubadî

Kemal Silêmanî

Elî Mehmud

Zahir Cenbelî

Ihsan Heqîqî Nejadî