Li Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyeke hevbeş a Rûsya û Tirkiyê

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker deweriyeyeke hevbeş li ser sînorê gundên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê, meşandin.

Li Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyeke hevbeş a Rûsya û Tirkiyê
22 nîsan, 2020   11:01
HESEKÊ

Îro dewriyeyeke hevbeş a Rûsya û Tirkiyê ji gundê Şêrkê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û li gelek gundên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê re geriya.

Deweriye ji 4 panzêran û 2 balafirên Rûsyayê pêk hat û di gundên Dahir El-Ereb, Qereman, Hac Oxlî, Tirbê, Kerkend û Berkevirê re derbas bû.

Piştî ku dewriye li gundên navborî geriya, careke din vegeriya cihê ku jê bi rê ketiye û panzêrên Rûsyayê vegeriyan bajarê Qamişlo.

Duh polîsên leşkerî yên Rûsyayê piştî ku çend saetan li benda hêzên Tirkiyê ma, dewriye bi tena  xwe dabû destpêkirin.

(cx)

ANHA