Rêveberiya Sivîl a Minbicê dermankirina Rosîla girt ser xwe

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarên wê alîkariya zaroka bi navê Rosîla (2) û wê bighîne bajarê Helebê her wiha pêşkêşkirina hemû pêwîstiyan ku wê ji nexweşiyê xilas bike, girt ser xwe.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê dermankirina Rosîla girt ser xwe
Rêveberiya Sivîl a Minbicê dermankirina Rosîla girt ser xwe
Rêveberiya Sivîl a Minbicê dermankirina Rosîla girt ser xwe
22 nîsan, 2020   10:45
MINBIC

Zaroka bi navê Rosîla Ehmed (2) ji bajarê Kobanê ye. Beriya mehekê nexweş ket. laşê wê zarokê zêde sor dibe tenê rûyê hindek xalên sor tê de çêdibin. Bijîşk dibêjin ku dibe nexweşiya wê di xwînê de be.

Dema Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê bihîst ku Rosîla derbasî nexweşxaneya bajarê Minbicê bûye yekser alîkariyên pêwîst jê re pêşkêş kirin û tevî qedexya çûn û hatinê û girtina hemû deriyan da ku pêşî li belavbûna Koronavîrus bigirin, rêveberiyê rê peyda kir da ku wê bigînin bajarê Helebê ji ber rewşeke mirovî ye.

Îro şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk serdana nexweşxaneyê kir û bi Rosîla re civiya. Di vê der barê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Mihemedxêr Şêxo got rengê çermê zarok sor dibe û bijîşkên pispor ji bajarê Minbicê rewşa wê dişopînin lê wan nexweşiya wê bi awayekî zirav nas nekir.

Şêxo diyar kir ku hemû bijîşkan got divê zarok biçe bajarê Helebê da ku rewşa wê û nexweşiya wê were naskirin.

Her wiha Şêxo destnîşan kir ku ew wek rêveberiya sivîl dê hemû alîkariyên pêwîst ji zarokê re pêşkêş bikin da ku were dermankirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Mihemedxêr Şêxo di dawiyê de anî ziman ku tevî biryara qedexeya çûn û hatinê û girtina hemû deriyan weke tedbîrên pêwîst ji bo pêşî li belavbûna Koronavîrus bigirin lê dê her tiştî pêşkêş bikin da ku Rosîla bighînin bajarê Helebê û li wê derê were dermankirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FOAJH_3wdFw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>