​​​​​​​Çeteyekî DAIŞ’ê li Spanyayê hate girtin

Polîsên Spanyayê ragihand ku wan yek ji xeternaktirîn çeteyên DAIŞ`ê girtiye lê nasname yan jî navê çete neda diyarkirin. Çavkaniyên ji Brîtanyayê piştrast kir ku çeteyê hatiye binçavkirin, kesekî brîtanî yê û navê wî Abdulbarî (Cezar DAIŞ) e.

​​​​​​​Çeteyekî DAIŞ’ê li Spanyayê hate girtin
22 nîsan, 2020   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh polîsên Spanyayê 3 endamên DAIŞ`ê girtin û dîmenên binçavkirina wan weşandin. Desthilatê parve kir ku di nava endamên hatine girtin de kesekî misirî heye.

Çavkaniyên Brîtanyayê ji rojnameya The Guardian re diyar kir ku yek ji çeteyan Abdulmecîd Abdulbarî (29) yê brîtanî ye, bi navê “Cezar DAIŞ” tê zanîn û bi eslê xwe misirî ye.

Abdulmecîd Abdulbarî sala 2013`an li Reqayê tev li DAIŞ’ê bû, bi navê ‘Zebah Cohn’ an jî ‘Zebah DAIŞ’ hate naskirin, anku beriya ku bireve Tirkiyê û bi qaçaxî derbarî xaka Spanyayê bibe. Abdulmecîd Abdulbarî kurê Adil Abdulbarî ye ku beriya niha bi tawana teqînên li balyozxaneyên DYA`yê yên li Kenya û Tanzanyayê hate tawanbarkirin. Di teqînan de 213 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Abdulbarî çûye Londonê û stranên"Rab" di nava koma"Musels El-Eswed" de heta demeke kurt straye, lê piştî perspektîfên tundrawan terka hevalên xwe yên berê kir, terka malbata xwe û 5 birayên xwe kir û di 2013`an li Reqayê tev li DAIŞ`ê bû. Abdulbarî gelek caran di dîmenên serjêkirinê yên DAIŞ’ê de xuya dikir. Sala 2015`an winda bû û dihat texmînkirin ku di encama şerê QSD`ê û rêxistinên terorîst de hatiye kuştin.

Hin rayedarên brîtanî piştî ku agahiya ku muhteml e reviyabe Tirkiyê belav bû, bang li hikumeta Tirkiyê kir ku lê bigerin lê Enqereyê îdia kir ku di sala 2015`an de hatiye kuştin.

Duh polîsên Spanyayê bi dauyaniyekê ragihand ku her sê çeteyên DAIŞ`ê xwe di avahiyekê de veşartibû û tedbîrên xwe ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê girtibûn lê hin caran digeriyan, lepik û mask li xwe dikirin. Li taxa Cerro de San Cristobal a Almeriayê ya serbajarê parêzgeha Almeria hatin binçavkirin.

(eh)