Doza Kurdî, nîşane û aso

Doza Kurdî, nîşane û aso
22 nîsan, 2020   06:06
Xiyas Neîse

Tê gotin, paşeroj niha û nîşaneyên pêşerojê diyar dike. Lewra heger hewl bidin têkoşîna gelê Kurd, xeterî û şerên li herêmê rû didin bi taybet xeteriyên şerek Kurd-Kurd li herêma Kurdistanê nas bikin, divê em têkoşîna vî gelî û sedemên rewşa wî û asoyên wê bi kurtasî nas bikin.

Gelê Kurd derdora 40 milyon kes e, ji mezintirîn gelên herêmê  û cîhanê tê hesibandin lê bê dewlet e. Kurd li gelek dewletan belav dibin yên herî girîng Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê ne. Dewletên ku di şerê cîhanê yê yekemîn de serketin, nexşerêya welatên herêmê careke din xêz kirin û hegamonî di navbera xwe de parve kir. Ev tişt piştî şerê cîhanê yê duyemîn hate temamkirin.

Dewletên nû bi sînorên nû ku hêzên cîhanî yên serwer xêz kirine, derketin holê bêyî ku daxwaz û berjewendiyên gelên herêmê di ber çavan re derbas bikin.

Di her rewşê de gelê Kurd ruxmî soz û lihevkirina hêzên mezin di wê demê de li ser wê, lê dewletek bidest nexist.

Gelê Kurd di dirêjahiya dîroka xwe de ji bo ku mafên xwe bidest bixe, gelek serhildan û şoreş lidar xistin. Jê ya herî girîng Komara Mehabadê li Îranê di 1946`an de ye ku kêmtirî salekê dom kir. Di wê salê de Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya bi rêveberiya Mele Mistafa Barzanî ava bû. Ev partî heta navîna salên 70 ji serdema borî bûbû rêveberiya siyasî û gelerî ya tevgera neteweyî ya Kurd li tevahiya parçeyên Kurdistanê.

Di Adara 1975`an de şoreşa Kurd hate şikandin, di Hezîrana heman salê de parçebûnek di nava partiya bi serkêşiya Celal Talabanî de çêbû.

Piştre rewşa parçebûnê zêde bû, bi navê tevgera siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê gelek partî ji her du partiyan çêbû.

Taybetmendiya rewşên siyasî, aborî, civakî û çandî li Tirkiyê cuda bû. Nîqaşên siyasî, îdeolojî xurt û raperînek fireh a têkoşînên gel û çepgiran li Tirkiyê, şertên derketina Partiya Karkeran Kurdistanê (PKK) diyar kirin. Ev partî di dawiya Mijdara 1978`an de avabûna xwe ragihand. PKK‘ê xwedî nasnameyeke çepgir diyar e û ji partiyên neteweyî yên berê cuda bû. Partî bi serkêşiya Abdullah Ocalan e, ne girêdayî her du partiyên din bû û ne jî jê parçe bû.

Di  demekê kin de sê rêveberiyên wê yên siyasî û ideolojîk yên tevgera neteweyî ya Kurdî çêbû ku ji; Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Barzanî (Ya ku heta navîna salên 80 de bibû girîngtirîn partiyan û piştre tenê hegemoniya wê li Başûrê Kurdistanê sînordar bû) û Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê-Talabanî (ev partî tenê di beşek herêma Kurdistanê de serwer bû) cuda ye. Partiya Karkerên Kudistanê tevî partiyên ji heman ideolojiyê bû bihêztirîn partiyên siyasî û rêxistinî di nav gelê Kurd de li piraniya herêmên ku Kurd tê de hene. Bi vê yekê PKK, ji bilî Başûrê Kurdistanê bû bihêztirîn partiya li her çar parçeyên Kurdistanê. Di başûr de wek sêyemîn û girîngtirîn partiyan tê hesibandin.

Lê rewşa heyî nîşan dide ku rêveberiya siyasî ya gelerî ya gelê Kurd li gelemperiya herêmên Kurdistanê di aliyê pergala wê ya îdeolojî ya zelal de PKK`ê ye.

HEVSENGIYA NAZIK  A DI NAVBERA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD DE Û MUDEXELEYÊN DERVE, NÎŞANEYÊN REWŞA HERÊMÊ DIYAR DIKIN

Di sala 1980`ê de darbeyeke leşkerî li Tirkiyê çêbû. Dîktatorekî leşkerî xwîndar tevahiya hêzên muxalefetê tune kir, bi taybet ên çepgir di nav de PKK`ê . Ji ber wê gelek hêzên çepgir ên Tirk têkoşîna çekdarî li dijî wê dîktatoriyê hibijart. Di wê demê de hejmara girtiyên siyasî gihaşt 650 hezar kesan û derdora 30 hezar têkoşerên din ji Tirkiyê revîn û gelek bûn qurbanên îşkenceyê yan jî bi sedan hatin darvekirin. PKK`ê ev teşeya têkoşînê di 1984`an de pejirand. Bi vê yekê gerek xwîndar a berxwedana çekdarî û hovîtiya dewleta Tirk destpê kir.

Ji salên 90’î ve PKK û partiyên din pê re li Tirkiyê, Îran û Sûriyê veguherî partiyên herî mezin û herî bihêz di nav tevgera neteweyî ya Kurdî de.

Li Kurdistana Iraqê nîşaneyên rewşek girêktir hatin xêzkirin. Ji aliyekê din ve hovîtiya partiya Baasî ya li dijî tevgera Kurdî bi hemû şaxên xwe Talabanî û Barzanî hebû. Hin caran partiya Baas li dijî partiyekê hevbendî bi ya din re çêdikir. Tevî wê jî hin caran li ser serwerî û hegemoniyê li herêma Kurdistana Iraqê bi hev diketin. Tirkiyê û Îranê bi awayekî yekser û ne yekser mudexele kirin û her du partî li dijî hev bikar anîn.

Di şerê hegemoniyê de ya ku hatiye bibîrxistin û piştî sê salan ji şerê navxweyî ya ku ji sala 1994`an heya 1997`an dirêj kiriye ku di encamê de bi hezaran kes bû qurban, her du aliyên Kurd li ser parvekirina hegemoniyê li herêma Kurdistana Iraqê gihaştinek cureyek lihevkirinekê.

Bi vê lihevkirinê re, YNK`ê başûrê herêma Kurdistanê kontrol kir, sînor û têkiliyên aborî û siyasî bi Îranê re çêkir. PDK`ê rojavayê herêma Kurdistanê kontrol kir, têkiliyên aborî û siyasî xurt bi Tirkiyê re pêş xistin.

Di encama lihevkirina aştiyê de ya di navbera PKK û AKP`ê de sala 2013`yan bi erêkirina her du aliyên Kurd ên herêma Kurdistanê gerîlayên PKK`ê derbasî çiyayên Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê bûn.

Bi vê yekê êdî hebûna gerîlayên  PKK`ê di herêma Kurdistanê de rewa bû. Ev yek hebûna wê ya siyasî xurt kir. PKK‘ê ji sêyemîn hêza siyasî veguherî partiya herî bihêz li herêma Kurdistanê.

Ev hevsengiya di navber her sê hêzên siyasî yên Kurd ên li herêma Kurdistanê (Talabanî, Barazanî û PKK) de tevî mudexeleyên hêzên herêmê bi taybet Tirkiyê û Îran (her wiha DYA`yê ya ku di 2003`yan de Iraq dagir kiriye) nîşaneyên rewşa li wir bi şer, alozî û asoyên xwe ve diyar dikin.

Ger bixwazin xwezaya bingehîn ên van her sê hêzên siyasî yên Kurd biwesfînin, mirov dikare bi kurtasî bêje, PDK xwedî taybetmendiya malbatî û êlî ye. YNK xwedî taybetmendiya malbatî û siyasî ye. PKK xwedî taybetmendiya siyasî û ideolojî ye.

ARMANCA PDK` YA KOMKIRINA HÊZÊN XWE

Pergala Erdogan zêdetirî 27 bargehên leşkerî li herêma Kurdistanê ava kirine. Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Tirkiyê yê berê Binalî Yildirim di kongreyek çapemenî de li Baxdayê di Hezîrana 2018`an de got 11 bargehên leşkerî yên Tirkiyê li herêmê hene û wê demê got: "Me 11 bargehên leşkerî ava kirin û hejmara leşker û hêzên xwe li wan baregehan zêde kirin da ku şerê PKK`ê bikin." Piraniya wan baregehên leşkerî ji bo pêkanîna sê armancan hatin avakirin. Ya yekê PKK û fermandarên wê yên li Qendîlê bikin hedef. Ya din bi rêya wan baregehan hegemonî û hebûna xwe ya yekser li herêmê xurt bike. Ya sêyemîn desteka hevalbendê xwe PDK`ê li dijî partiyên din bike.

Peymana aştiyê di navbera PKK û hikumeta Tirkiyê dirêj nekir. Piştî salekê hate binpêkirin. Di havîna 2015`an de pergala Tirkiyê dest bi şerek giştî li dijî herêmên Kurdî kir, da ku "Kurdan bipelçiqîne" mîna ku rayedarên tirk dibêjin.

Ji wê demê ve operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li dijî nuqteyên PKK û kadroyên wê ranewestîn. Tirkiyê piraniya êrişên xwe ji baregehên xwe yên li herêma Kurdistanê bi sponseriya rêveberiya Hewlêrê (PDK) pêk tîne. PDK yan destekê dide yan jî serî ji zextên Tirkiyê re ditewîne.

Lê PDK`ê di vê dawiyê de pêşmergeyên xwe ji bo dorpêçkirina herêmên çiyayên Qendîlê û firehkirina qada kontrola xwe li ser hesabê YNK`ê kom kirin. Ev jî nîşaneya şerekî navxweyî Kurd-Kurd dike. Lê vê care dê gelê Kurd bi giştî berdêlê giran bide û encamên wê dê li ser doza Kurd û pêşeroja wê tehluke be. Ev şer tenê xizmeta dijminên gelê kurd dike. Destkeftiyên ku gelê kurd di dirêjahiya serdemên dirêj ji têkoşîn û fedekariyan de bidest xistine dê tune bibin.

Lewra divê ev şer were şermezarkirin û rê li pêşiya wê were girtin. Ji ber ku şerek li dijî berjewendiyên gelê Kurd û doza wî ye û dikeve xizmeta Tirkiyê, Îran, Sûriyê û Iraqê. Ev pergal li dijî mafên neteweyî yên gelê Kurd û mafê wê yê diyarkirina çaranûsa xwe ye. Di heman demê de ev şer wê bibe ku bihêle ev pergal carek din hegemoniya xwe li ser gelê Kurd ji berê pirtir zêde bike û dê heya astek mezin tevgerên rizgariya gelan li tevahiya herêmê zaîf bixe, ji ber ku ev şerek paşverû ye.

TÊKOŞÎNA HEVPAR ŞERTA SERKETINA GELÊN HERÊMÊ YE

Di dirêjahiya 10 salên borî de ji serhildan û şoreşan, gelek tecrubeyên girîng hatin girtin.

Welatên Rojhilata Navîn mîna ku me li jor bibîrxistî, ji hêla dewletên mezin ve yên ku di şerê cîhanê yê yekemîn de biser ketine hatin xêzkirin. Ew sînor ne li gorî pêzanînên dîrokî yan jî neteweyî hatin xêzkirin. Lê belê hêzan li gorî tawîz û peymanên di navbera xwe de ew sînor xêz kirin û heta roja me ya îro mane. 

Bi vê yekê ev dewletên neteweyî serbixwe hatin avakirin ku di nav xwe de nêzîkatiyên netewî, nijadî û dîrokî û hejandina nasnameyê digire. Berovajî rewşa dewletê li Misirê weke mîna, ew ji mêj ve dewletek çemî û navendî ye.

Li beramberî wê her bûyerek li welatekî ji welatên Rojhilata Navîn rû bide, bandor li tevahiya welatên herêmê heta li ser asta cîhanî dike. Di heman demê de her rûdanek li cîhanê bandorê li herêmên Rojhilata Navîn dike.

Ji bo ev mijar bêtir were zelalkirin, em Sûriyê wek mînak bidin. Dema şoreşa gel li Sûriyê di Adara 2011`an de destpê kir, di çarçoveya şoreşên li herêmê de pêk hat. Binkeftina wê jî di çarçoveya serkeftinên şoreşên dij de li zêdetirî welatekî herêmê hat.

Ji aliyekî din ve dema şoreşa Sûriyê destpê kir, hema bêje tevahiya dewletên herêmî mudexeleya Sûriyê kirin. Îran û Tirkiyê ji bo berjewendî û hegemoniya xwe mudaxele kirin û Îranê pişta rejîmê girt  û Tirkiyê jî desteka komên islamî yên cîhadî û muxalefetê kir. Her du aliyan jî bi awayekî leşkerî mudexeleya welêt kirin. Yanî dewletên herêmî kêliyek ji bo gel nefikirîn û tenê ji bo berjewendiyên xwe û aramiya xwe mudexele kirin.

Ji aliyekî din ve em dibînin ku şoreşa gel ya Sûriyê ruxmî binkeftinê, lê hinekî pergala serdest zaîf kir û rê li pêşiya tevgera rizgariya Kurd a birêxistinkirî vekir da ku heya radeyek mezin ji çewisandin û cudahiya nijadî xilas bibe û xwedî tovên bingehîn ên projeyek taybet projeya Rêveberiya Xweser derketin.

Em dikarin rewşa herêma Kurdistanê -Iraqê yan jî Îran yan jî Tirkiyê yan jî Lubnan yan jê Filistînê bigirin dest. Têkoşîna rizgariya gelan di van herêman de bi hev ve girêdayî ne. Çi bi awayekî erênî yan jî neyînî bandor li hev dikin. Bûyer jî teqez dikin ku rizgarkirina her gelekî di her welatekî de wê ne tenê pergala serdest lê belê pergalên dora vî welatî bi taybet dewletên herêmî li dijî wê derkeve.

Yanî du xendeqên hevgirtin û hember hev hene; xendeqa gelên herêmê û li beramberî wê xendeqa pergalên serdest û çînên hakim.

Hevpariya têkoşîna rizgariyê ya li herêmên me ne luks e lê belê pêwîstiyek e ku bûyerên giştî û dîrokî ferz dike. Pêwîstiya komkirina pêdiviyên serkeftinê ye. Paşguhkirina wê ihtîmala binkeftinê zêde dike.

Ev jî şîrove dike ku çawa pergala Tikriyê bi qasî ku bi awayekî leşkerî mudexeleya Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên hêzên paşverû kir, bi qasî wê li hundirê Tirkiyê zordestî bikar anî. Da ku gel û partiyên muxalefetê biçewsîne. Ji ber ku xwepêşendanên gelêrî û muxalefeta Tirkiyê bi xwe wê siyastên Tirkiyê yên dijber û firehkirinê li welatê me asteng bike. Mirov dikare wê ji bo dewletên herêmî muqayese bike. Ev dihêle ku serhildana gel li gelemperiya herêmê karibe bi rastî gelên me rizgar bike

Ev tê wateya ku girêdanek û hevbeşiyek diyar di navbera berjewendî û çaranûsa gelên herêmê de di têkoşîna wê ya domdar de ji bo azadî, rûmet û edaleta civakî heye. Bûyerên dubarekirî ev tişt teqez kirin. 

Di vê çarçoveyê de ger em li doza Kurd binêrin em dibînin ku helwesta navneteweyî tê wateya erêkirin û piştgirtiya mafê gelê Kurd ji bo ku çaranûsa xwe bi awayekî azad diyar bike. 

Li gel girêkbûna rewşên herêmê, yekitî û têkoşîna gelên herêmê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve wek şertek bingehîn ji bo pêkanîna serkeftinê, pêwîst dike. Da ku karibin projeyek federalî demokratîk û civakî bi tevlibûna tevahiya gelên ji pergalên zordest û şofanîst rizgar bûne pêşkêş bikin. Bi şêwazekê ku her gelek azad be yan tev li dibe yan na. Her yek di vê çarçoveyê de rêveberiya xwe ya xweser pêk tîne. Da ku rê li pêşiya asoyên ji berê mirovahîtir, edaletir û pêşketîtir ji gelên herêmê û cîhanê re vedike.

(şx)

ANHA