DYA der barê planên dewleta Tirk ên bi karanîna S-400’an de bi fikar e

DYA’ê dîsa metirsiya xwe der barê planên dewleta Tirk ên bikaranîna pergala parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê de diyar kir û îdia kir ku dewleta Tirk planên bikaranînê ji ber pandemiya Koronavîrusê dereng xistin.

DYA der barê planên dewleta Tirk ên bi karanîna S-400’an de bi fikar e
21 nîsan, 2020   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos got hin raporên li ser Enqereyê daxuyand ku ew di bikaranîna pergala parastinê ya moşekên S-400 ên Rûsyayê de bi israr e û DYA der barê vê yekê de bi fikar e.

Morgan Ortagos wiha daxuyand: "Em piştrast dikin ku mijara girêbesta S-400 li gorî qanûna CAATSA bi rêya cezayan e û heta niha astengiyeke mezin di têkiliyên dualî û yên NATO`yê de ye. Em bawer dikin ku Erdogan û berpirsên wî helwesta me fehm dikin."

Lê duşemê du berpirsên payebilind ên Tirkiyê got planên Tirkiyê ji bo pêxistina sîstema nû ya parastina moşekên Rûsyayê ji ber belavbûna Koronavîrusê hate paşxistin.

Dema ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û hikumeta wî ragihand ku di aktîfkirina pergala S-400 de bi israr e, diyar e ku nakokiyên di navbera Tirkiyê û DYA`yê de ku her du endamên NATO`yê ne, dê aloztir bibin.

fr