​​​​​​​Zerîf gihaşt Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro gihaşt Şamê da ku bi serokê hikumeta Sûriyê Beşar El-Esed re hevdîtinê pêk bîne.

​​​​​​​Zerîf gihaşt Sûriyê
20 nîsan, 2020   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye Net li ser zimanê dîplomatan ragihand ku serdan bi armanca gihandina nameyê ji rejîma Sûriyê re ye ku Tehran piştevaniya wê bernade.

Serdana Zerîf li gel nîşaneyên li ser guhartina Rûsyayê ya stratejiyên xwe li Sûriyê bi dudiliya serweriya rejîmê li hin deverên ku birine mîna Dera û pêşketina wê li derdora Seraqibê, pêk hat.

Li gorî tora El-Erebiye Net, Zerîf hewl dide giraniya Îranê li gel hevsengiya giraniya Rûsyayê li Sûriyê piştrast bike û bal bikişîne ser girêdana Tehranê bi mayîna El-Esed re.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, dê serdana Zerîf ji Şamê re rojekê bidome da ku nîqaşên dualî, pêşketinên li herêmê û yên meydanî pêk bînin û dê di serdanê de Welîd El-Muellîm jî bibîne.

Zerfî di serdana xwe ya 16’ê Nîsana 2019’an de hevdîtin bi El-Esed re pêk anî.