Çeteyên Tirkiyê malbateke Efrînî ji mal derxist û malbatek çeteyan lê bi cih kir

Çeteyên "Sultan Suleyman Şah" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê ya Efrînê malbateke Kurd ji mal derxist û li malbatek çeteyan li şûna wê bi cih kirin.

Çeteyên Tirkiyê malbateke Efrînî ji mal derxist û malbatek çeteyan lê bi cih kir
19 nîsan, 2020   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Binpêkirin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê didomin.

Li gorî agahiyên ku ji kantona Efrînê hatine girtin, çeteyên koma Sultan Suleyman Şah (Emşat) ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê ya Efrînê malbata welatiyê bi navê Fexirî Reşîd ji mal derxist û malbateke çeteyan li şûna wê bi cih kir.

Çavkaniyan ji Efrînê diyar kirin ku çeteyan sala borî malbata Fexirî ji mal derxistibû û di 18‘ê Hezirana 2019‘an de li beramberî 8 hezar dolar amerîkî çeteyan ew vegerand mal. Piştre dîsan çeteyan malbat ji mal derxistin.

ANHA