Koordînasyona Kongreya Star banga bidawîkirina dorpêça kampa Mexmûrê kir

Koordînasyona Kongreya Star sersaxî ji şêniyên kampa Mexmûrê re xwest û diyar kir ku berdewamkirina êrişên dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî, fikaran çêdike. Her wiha bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir ku erkên xwe yên exlaqî pêk bîne û dorpêça li ser kampa koçberan, bi dawî bike.

Koordînasyona Kongreya Star banga bidawîkirina dorpêça kampa Mexmûrê kir
16 nîsan, 2020   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em sersaxiyê ji tevahî şêniyên Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) û bi taybetî ji malbatên her 3 şehîdên êrişa Tirkiyê re dixwazin.

Tevî ku cîhan bi giştî bi aloziya tenduristiyê ya ji ber Koronavîrusê ve mijûl e jî, lê belê dewleta Tirk a dagirker di vê aloziyê de  tenduristiya gelê xwe paşguh dike û dest dirêjî dewletên herêmê dike û pîvanên navneteweyî binpê dike. Ev yek di nava bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, dewleta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê de pêk tê û metirsiyan çêdike.

Di demekê de ku banga rawestandina hemû operasyonên leşkerî û hevkariya di têkoşîna li dijî Koronavîrusê de tê kirin, êrişên dewleta Tirk dewam dikin. Ji aliyekî ve balafirên Tirkiyê herêmên sivîlan li herêma Kurdistanê bombebaran dikin, ji aliyekî din ve jî komên çeteyên terorîst ên girêdayî artêşa Tirk şêniyên resen ên herêmên dagirkirî ditirsînin.”

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir ku erkên xwe yên exlaqî pêk bîne û dorpêça li ser kampa koçberan ku zêdetirî 9 meh in dewam dike û ji ber kêmbûna pêdiviyên tenduristiyê birîndarek şehîd bûbû, bi dawî bike.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em bawer in ku êrişên wiha vîna şêniyên kampa Mexmûrê û bi taybetî ya jinan, kêm nake. Dê her tim jin ji astengiyan bi hêztir bin û dê vîna wan û girêdana bi xeta şehîdan re xurtir be.

Careke din em  sersaxiyê didin gelên Kurdistanê û şêniyên kampa Mexmûrê û em soza şopandina rêya hevrêyên xwe yên şehîd nû dikin.”

(cx)

ANHA