​​​​​​​Zeviyên xwe bi şêwazên kevin cot dikin

Dûrî pêşketinên teknolojiyê, şêniyên kantona Şehbayê bi şêwazên kevin zeviyên xwe yên petat(kartol) û fûlan(baqil) cot dikin.

​​​​​​​Zeviyên xwe bi şêwazên kevin cot dikin
​​​​​​​Zeviyên xwe bi şêwazên kevin cot dikin
​​​​​​​Zeviyên xwe bi şêwazên kevin cot dikin
​​​​​​​Zeviyên xwe bi şêwazên kevin cot dikin
​​​​​​​Zeviyên xwe bi şêwazên kevin cot dikin
11 nîsan, 2020   05:25
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX – SÎMAV XELÎL

Çandinî çavkaniya sereke ya jiyana şêniyên kantona Şehbayê ye. Bi destpêkirina mewsimê çandinî û cotkirina zeviyan re şêniyên kantonê bi rêbazên kevnare anku bi lawiran dest bi cotkirina zeviyan dikin.

Cotkarê bi navê Ehmed Husên ê ji gundê Elawşa bi hêza hespan zeviyên xwe yên petat û fûlan cot dike. Ehmed ji saet 07:00‘an heta 17:00‘an karê cotkirinê dike. Husên dibêje: “Ez alava kevn a cotkirinê bi kar tînim. Ji ber ku dihêle zevî sîst û şil bimîne.” Ehmed rojane derdora du û nîv hêktar cot dike.

Cotkarên herêma Şehbayê vê şêwazê cotkirinê ji bo zeviyên petat û fûlan bi kar tînin, ji ber ku dihêle ax sist û şil bimîne û berhemekî baş bide. Li gorî cotkaran, 4 alavên kevin ên cotkirinê li kantonê hene.

ANHA