‘Tirkiye baregehên xwe yên li Somalê ji bo têkbirina ewlehiya Afrîkyayê bi kar tîne‘

Nivîskar û rojnamevanê somalî Xalid Mihemed Îcîh got: “Tirkiye baregehên xwe yên leşkerî yên li Magadîşoyê ji bo têkbirina ewlehiya Afrîkayê bi kar tîne. Dîktatoriya Tirkiyê nikare rijandina xwîna musilmanan rawestîne.”

‘Tirkiye baregehên xwe yên li Somalê ji bo têkbirina ewlehiya Afrîkyayê bi kar tîne‘
11 nîsan, 2020   04:35
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Mezintirîn baregehên dewleta Tirk ên li derveyî xaka wê li paytexta Somalê Mogadişoyê ne. Tevî ku ev baregeh ji bo perwerdekirina hêzên Somalê hatiye avakirin, lê dezgehên ragihandinê yên Enqerê diyar kirin ku ev bargehek girîngiyeke stratejîk dide Tirkiyê û dibe çavkaniya bazirganiya çekên Tirkiyê.

Hate ragihandin ku Dezgeha Îstîxbarat û Ewlehiya Neteweyî ya Etiyopyayê beriya demekê xetertirên hewldana derxistina çekên Tirkiyê bi awayekî qaçax têk bir.

Li gorî daxuyaniya Dezgeha Îstîxbarat û Ewlehiya Neteweyî ya Etiyopyayê, zêdeyî 18 hezar demançeyên Tirkî ku di 229 sendoqên alavên elktronîk de veşartibûn hatin desteserkirin. Buhayê wan demamçeyan bi qasî nîv milyon pereyên etiyopî ye.

Der barê mijarê de nivîskar û rojnamevanê somalî Xalid Mihemed Îcîh ji ANHA‘yê re axivî û got: "Hewldanên derxistina çekan ji baregeha Tirk a li Magadîşoyê ji bo têkbirina ewlehiya herêmên Afrîkyayê hene."

Îcîh anî ziman ku Tirkiye îdia dike ku ew milîsên girêdayî hikûmeta serokê Somalê Fermanco li baregeha xwe perwerde dike. Îcîh got: “Hikûmeta Somalê van hêzan ji bo têkbirina ewlehiya herêmên ewle bi kar tîne, mîna herêma Celmdûc û Cobaland. Li gorî raporan niyeta Fermanco heye ku vê hêzê di pêşerojê de li dijî Somalîland bi kar bîne."

Nivîskar û rojnamevanê somalî got: "Gelek muxalifên somalî bang li hikûmeta Tirkiyê kirin ku perwerdekirin û biçekirina van milîsên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin rawestînin. Lê diyar e ku dîktaroiya Tirkiyê nikare rijandina xwîna musilmanan rawestîne."

ANHA