Hikûmeta Sûriyê û rejîma Tirk jiyana niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixin xeteriyê

Hikûmeta Sûriyê û rejîma Tirkiyê jiyana niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixin xeteriyê. Ya yekem anku hikûmeta Sûriyê rêwiyan bi balafirên xwe derbasî herême dike û ji karantînayê direvînin. Ya din anku rejîma Tirkiyê kesên bi Koronayê ketine derbasî herêmên ku dagirkirine, bi taybet Serêkaniyê û Girê Spî dike.

Hikûmeta Sûriyê û rejîma Tirk jiyana niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixin xeteriyê
11 nîsan, 2020   04:20
QAMIŞLO – EKREM BEREKAT

Bi destpêka derketina vîrusa nû Koronayê (Covid -19) li tevahî cîhanê, Şaneya Aloziyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê hatiye avakirin di nava liv û tevgerê de ye. Şaneya Aloziyê di 15‘ê Adarê de hate avakirin. Şande ji Desteya Tenduristiyê, Hêzên Ewlekariya Hunirîn û komîteyên tenduristiyê pêk tê.

Bi belavbûna vîrusa Koronayê li tevahî cîhanê û dewletên derdorê re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên parastinê ji vê nexweşiyê girtin. Ji wan tedbîran, navendên karantînayê hatin amadekirin, her wiha navendên mezin li bajêr û navçeyan dûrî jîngehan hatin avakirin û li seranserî herêmê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Tedbîrên rêveberiyê di vê çarçoveyê de sînordar nema, lê belê tîmên awarte hatin avakirin, hemû endamên tîmên li ser çawaniya destwerdana lezgîn a kesên gumanên vîrusê li ser wan hene hatine perwerdekirin. Li aliyekî din Desteya Tenduristiyê lêkolînên xwe yên tibî zêde kirin. Di vê çaçroveyê de bi hevkariya Peymangeha PEAS a Swêdê re alava "KIT" ya keşifkirina vîrusê di nava 30 saneyan de derxist. Ev "KIT" li bajarê Wuhan ê Çînê hate ceribandin, tecrube ji sedî 85 encamên baş da.

Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm tedbîrên li dijî vîrusê Koronayê digire. Li gorî rayedarên Desteya Tenduristiyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) desteka tibî daye hikûmeta Şamê û herêma Idlibê ya di bin serweriya çeteya Heyet Tehrîr Şam de (Cebhet El-Nusra ya di lîsteya terorê ya cîhanê de", lê  heta niha destek pêşkêşî herêmên Rêveberiya Xweser nekiriye.

Li gorî bijîşk û pisporan, tedbîrên ku Rêveberiya Xweser girtine mîna girtina deriyên sînor û qedexeya derketina derve îhtîmala derketina vîrusê li herêmê kêm dike.

Lê di demên dawî de nêzîkatiyên şaş ji aliyê hikûmeta Sûriyê û rejîma Tirk ve di vî warê de derket. Herdu hewl didin vîrusê derbasî herêmên bikin û îradeya gelên herêmê yên ku hertim li hemberî wan disekinin têk bibin.

Tevî ku qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin û rêwitiya di navbera bajaran de hatiye rawestandin, lê hikûmeta Sûriyê rêwîtiya ji Şamê ber bi bajarê Qamişloyê ve ranewestandiye. Tê zanîn ku di dawiya meha Adarê de rewşên vîrusê hatin tespîtkirin.

Hikûmeta Sûriyê di nava hefteyekê de hişt ku 3 caran rêwitiya bi balafiran ji Şamê were Qamişloyê.

Di 5‘ê Nîsanê de rêwiyên ku ji Şamê hatin ji aliyê tîmên awarte ve testa "KIT" kirin, piştî derket ku bi vîrusê neketine xistin karantînayê ku dê 14 rojan lê bimînin.

Di 7‘ê Nîsanê de balafirek din a rêwiyan ji Şamê gihişt balafirgeha Qamişlo, lê berpirsên balafirgeha Qamişlo yên girêdayî desthilatdariya hikûmeta Sûriyê hejmarek rêwî ji karantînayê revandin.

Derbarê vê mijarê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8‘ê Nîsanê de daxuyaniyek da raya giştî. Rêveberiyê di daxuyaniyê de  diyar kir ku desthilata Sûriyê naxweze ji wan re bibe alîkar, bi biryarên xwe yên şaş jiyana welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe xetereyê û bêyî agahiya Rêveberiya Xweser sivîlan derbasî herêmê dike.

Tevî bangewaziyên Rêveberiya Xweser ên rawestandina rêwiyan, di 9‘ê Nîsanê de balafireke din ji Şamê gihişt balafirgeha bajarê Qamişlo. Di balafirgehê de bi dehan xwendekar û sivîl hebûn. Lê hejmara kesên ku test çêkirine 15 derbas nedikir. Vê carê jî desthilatdariya hikûmeta Sûriyê hin kes revandin navenda bajarê Qamişloyê.

Endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo Rojîn Ehemd diyar kir ku sivîlên ku testa keşifkirina vîrusê kirine, veguhestin navendên karantînayê. Rojîn anî ziman ku Şaneya Aloziyê li hemû herêman navendên karantînayê ji bo kesên ku ji derve têne amade kirine û hemû pêwîstiyên tibî û lojîstîk lê bi cih kirine. Her wiha Rojîn got, Rêveberiyê erka hemû lêçûnan girtiye ser xwe heta dema karantînayê ku 14 roj in bi dawî bibe.

Rojîn Ehmed destnîşan kir ku 65 kes di navendên karantînayê ya bajarê Qamişloyê de ne, rojane du caran rewşa wan a tenduristiyê têne kontrolkirin.

Beriya çend rojan desthilata Sûriyê leşkeriya endamekî xwe bi dawî kir beriya ku teddîrên pêwîst bên wergirtin an bi Rêveberiya Xweser re koordîne were kirin çû gel malbata xwe ya li gundê Ûm El- Hoş ê kantona Şehbayê. Li ser vê yekê Şaneya Aloziyê gund xist karantînayê.

Piştî destwerdana tîmên awarte, testa leşkerekî pozîtîf derketiye û veguhestine nexweşxaneyeke Helebê.

Li aliyekî din jî rejîma Tirk hewl dide bi rêya nexweşên xwe yên bi vîrusa Koronayê ketine, derbasî herêmên ku dagirkirina mîna Serêkaniyê û Girê Spî bike.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyê ji Serêkaniyê hatine girtine, dewleta Tirk kesên bi vîrusa Koronayê ketine ji Tirkiyê derbasî nexweşxaneya Roj dike.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebdi ji ANHA‘yê re diyar kir ku dewleta Tirk nexweşên bi Koronayê ketine derbasî Girê Spî dike û destnîşan kir ku hemû kesên vîrusê ketine xwedî nasnameyên Tirkî ne.

ANHA