Rûsya û Erebistana Siûdî li ser hilberandina petrolê lihev kirin

Koma Opec+ di civîna xwe ya îro de weke destpêkê lihev kirin ku hilberîna petrolê bi 10 milyon bermîl rojane di mehên Gulan û Hezîranê de kêm bike. Li rex wê jî 5 milyon bermîl ji hilberînerên din kêm bike.

Rûsya û Erebistana Siûdî li ser hilberandina petrolê lihev kirin
9 nîsan, 2020   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Reuters li ser zimanê çavkaniyan ji komê got hevalbendiya ku ji rêxistina Opec û hilberînerên derve di serî de Rûsya pêk tê, kêmkirina asta hilberîna petrolê herî kêm ji bo du salan nîqaş dikin û wê plan hêdî hêdî pêk were.

Komê di demek berê de gotibû ku ew dixwaze DYA`yê li rex Rûsya û  Erebistana Siûdî tev li kêmkirina hilberînê bike. Lê Washingtonê dibêje hilberîna wê ji ber daketina nirxên petrolê bi xwe hêdî hêdî kêm dibe.

Çavkaniyek ji komê got endamên hevalbendiyê wê hilberîna xwe bi miqdara 10 bermîlan rojane kêm bike. Welatên din ên hilberîner wê rojane 5 milyon bermîl kêm bikin.

Ajansê ji çavkaniyek ji rêxistina welatên ku petrol Opecê derdixînin got wezîrê enerjiyê ya Erebistana Siûdî Ebdulezîz Selman Opec+ agahdar kir ku Siûdî Arabistan amade ye asta hilberînê heta piştî 2022`yan kêm bike.