​​​​​​​DAIŞ’ê li Efganistanê êrişî baregeheke DYA’yê kir

Berpirsên ewlehiyê yên Efganistanê ragihand ku 5 moşekan baregeha asîmanî ya DYA’yê ya li welêt kir armanc û windahî tune ne û her wiha DAIŞ`ê êriş girte ser xwe.

​​​​​​​DAIŞ’ê li Efganistanê êrişî baregeheke DYA’yê kir
9 nîsan, 2020   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Resolute Support Mission (RS) parve kir ku vê sibê baregeha asîmanî ya Bagram bi 5 moşekan bû armanc û kuştî û birîndar tune ne.

DAIŞ`ê li ser dezgehên çapemaniyê daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku wê dikeya helîkopteran a baregeha asîmanî ya Bagram kiriye armanc.

Reutersê jî ragihand ku DAIŞ mezintirîn baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku li Efganistanê kiriye armanc. DAIŞ`iyan moşek ji erebeyeke ku li gundekî sekinandibû, avêtin.

Ev êriş piştî çend hefteyan ji peywendiya tevgera Talîban û DYA`yê pêk hat. Hevdîtina di navbera Talîban û DYA`yê de têkildarî vekişandina hêzên navdewletî yên ku DYA şerkêşiya wan dike, li beramberî ku tevgera Talîban garantiya ewlehiyê bide.

)eh)