​​​​​​​Artêşa Lîbyayê 2 balafirên keşfê xistine xwarê

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê 2 balafirên keşfê yên dewleta Tirk xistine xwarê û hêzên wê êrişeke li eniya Eyn Zarayê têk bir.

​​​​​​​Artêşa Lîbyayê 2 balafirên keşfê xistine xwarê
9 nîsan, 2020   06:37
QAHÎRA

Hêzên Parastina Asîmanî yên artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan 2 balafirên keşfê yên dewleta Tirk xistine xwarê. Balafira yekemîn li asîmanê baregeha Uqbe Bin Nafi û ya duyemîn li başûrê rojhilatê paytext, li ser eniya Eyn Zarayê.

Berdevkê artêşê Ehmed El-Mismarî duh ragihand ku yekîneyên hêzên çekdar ên Lîbyayê êrişeke hêzên hikûmeta El-Wîfaq ku destekê ji çeteyên Sûriyê, alav û çekên Tirkiyê digire ku xwest êrişî eniya Eyn Darayê bike, têk bir.

Her wiha El-Mismarî ji çapemeniyê re diyar kir ku serokê odeya operasyonên Ejdabiya û serokê eniyê tekez kir ku 3 erebeyên çekbarkirî hatin teqandin û zêdetirî 15 terorîstan hatin kuştin, her wiha gelek cenaze di hundirê erebeyên ku hatine teqandin de hene û hindek jî li qada şer in.

El-Mismarî destnîşan kir ku ji kesên hatine kuştin terorîstê bi navê Abdulhekîm El-Zîn ku fermandarê milîsên ‘42 Heramiyan’ bû, zavayê El-Mîlîşiyawî Hysem El-Tacûrî bû û pişterast kir ku wan nuqteyên dijmin xistine bin serweriya xwe piştî ku ji wan reviyan.

bx