Çemê Ceqceq ji ber Koronavîrusê tê paqijkirin

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, ji ber pêşgirtina li ber Koronavîrusê,  ji duh ve piştî baqijkirina kolanên sereke yên bajarê Qamişlo dest bi baqijkirina çemê ceqeceqê kir.

Çemê Ceqceq ji ber Koronavîrusê tê paqijkirin
8 nîsan, 2020   10:45
QAMIŞLO

JI 23`yê Adara borî de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mebesta pêşîgirtina li ber derketina Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  qedexekirina derketina derve ragihand.

Ji aliyê xwe ve komîteyên Şaredariyên Gel xebatên xwe yên paqijiyê û dezenfektekirinê berdewam dikin.

Ji duh ve Çem bi alavên baqijkirinê tê baqijkirin. Her wiha wê baqijkirin berdewam be heta çem bi temamî were baqijkirin.

Endamê Rêveberiya Komîteya Jîngehê ya kantona Qamişlo Tariq Mihemed da zanîn û got: "Piştî kolanên sereke yên Qamişlo hatin paqijkirin dest bi paqijkirina keviyê çema Ceqceq kir û dê piştre jî çem bê dezenfektekirin da ku ji merokbatan paqij bikin."

Li dawiyê şaredariyên gel ên bajarê Qamişlo bang li şêniyan kir ku çopê ji bo tenduristiyê navêjin çemê.

ANHA