Îsraîl: Em amade ne peymana pevguhertina girtiyan pêk bînin

Îsraîl ragihand, ji bo pevguhertina girtiyan ew amade ye bi Tevgera Hemasê re dest bi diyalogan bike.

Îsraîl: Em amade ne peymana pevguhertina girtiyan pêk bînin
7 nîsan, 2020   18:14
XEZA

Buroya Serokê Hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu got: "Tîma karûbarên dîlgirtiyên Îsraîlê banga destpêkirina diyalogek yekser bi navbeykariyan kir da ku kuştî û windahiyan li Xezayê vegerînin."

Di daxuyaniya xwe de Benjamin Netanyahu got: "Tîmê bi hevkariya Desteya Ewlehiya Neteweyî û saziya ewlekariyê bi awayekî çidî amade ne da ku kuştî û windahiyan vegerînin û vê dosyayê bigirin."

Serokê Tevgera Hemasê li Xezayê Yihya El-Sinwar ragihandibû ku tevger ji peymana pevguhertinê re amade ye, serbestberdana dîlgirtiyên filistînî yên tememezin, jin, nexweş û zarok misoger dike. 

Rojnameya Îsraîlê girêdayî însiyatîfa Hemasê wiha nivîsî: "Ew mîna çerxekî di helwesta Hemasê de ye û pêşnumeyek gelek kêm e.  Divê Îsraîl asta cidîbûna Hemasê di vê pêşnumeyê de lêkolîn bike."

Di şerê Îsraîlê yê dawîn yê li dijî Xezayê sala 2014`an de Tevgera Hemasê ragihandibû ku hejmarek leşkerên Îsraîlê dîl girtine beyî ku deteyên dîtir eşkere bike.

Di sala 2011`an de Tevgera Hemas û Îsraîlê girtî bi hev ve guherandin. Hemasê leşkerê Îsraîlê Gilad Shalit, li beramberî serbestberdana hezar û 27 dîlgirtiyên filistînî di girtîgehên Îsraîlê de bi hev guhertin.

(şx)