HRE: 7 çete û leşkerekî artêşa Tirk hatin kuştin

Di çalakiyên şervanên HRE’yê yên li Şerayê ya Efrînê de 7 çete û leşkerekî artêşaTirk a dagirker hatin kuştin.

HRE: 7 çete û leşkerekî artêşa Tirk hatin kuştin
7 nîsan, 2020   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe ev agahî parve kirin:

“Roja 4’ê Nîsanê; hêzên me li gundê Meryemîn yê bi ser navçeya Şera de li dijî baragehekî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de 1 leşker hat kuştin.

Hêzên me li gundê Dêrsiwan û gundê Çema yê bi ser navçeya Şera de li dijî çeteyên artêşa dagirker 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encama her du çalakiyan de 2 seyare hatin rûxandin, 6 çete jî hatin kuştin.

Roja 5’ê Nîsanê; hêzên me li gundê Malikiyê ya bi ser navçeya Şera de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encame de 1 çete hat kuştin.

Hêzên me li gundê Kefer Xaşir yê bi ser herêma Ezazê de li dijî çeperekî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Bi giştî di encama çalakiyan de 7 çete û 1 leşker hatin kuştin, 2 seyare jî hatin rûxandin.”