Kampa Newroz hezar pakêtên xwarinê ji bo hewcedaran şandin

Rêveberiya Kampa Newroz a Dêrikê hezar pakêtên xwarinê ji depoyên xwe şandin Qamişloyê da ku li hewcedaran werin belavkirin.

Kampa Newroz hezar pakêtên xwarinê ji bo hewcedaran şandin
Kampa Newroz hezar pakêtên xwarinê ji bo hewcedaran şandin
Kampa Newroz hezar pakêtên xwarinê ji bo hewcedaran şandin
Kampa Newroz hezar pakêtên xwarinê ji bo hewcedaran şandin
6 nîsan, 2020   13:01
QAMIŞLO

Têkildarî şandina hezar pakêtên xwarinê, endama rêveber a Kampa Newrozê Dîcle Mihemed wiha got: "Dê ev pakêt li hewcedaran bên belavkirin. Ev însiyatîfa Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ye."

Dîcle Mihemed wiha domand: "Ev pakêt ên Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ne û di kampê de hatibûn depokirin. Ji ber rewşa herêmê û rewşa qedexeya derketina derve ji ber Koronavîrusê, dê li şêniyan bên belavkirin."

(fr)

ANHA