​​​​​​​Li dijî Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên nû hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tîmên rewşên awarte bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, asta bergiriyên xwe bilindtir dikin.

​​​​​​​Li dijî Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên nû hatin girtin
6 nîsan, 2020   08:23
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn karên xwe berfirehtir kirin û li gorî biryara qedexeya derketina derve dê hîn zêdetir guhdanê bidin kesên diçin û têne bajaran, her wiha kesên biryara qedexeya derketina derve paşguh bikin, dê biryar li dijî wan werin dayîn.

Nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navdewletî û Xaça Sor, dermanxane, komîteyên denzenfektekirinê, karkerên paqijiyê, firin, firoşgehên kel û pelan, erebeyên veguhastina madeyên xwarinê û şîrê zarokan, sehrîcên veguhastina sotemeniyê, saziyên çapemeniyê û rojnamevan karên xwe berdewam dikin û di nava qedexeyê de cih nagirin.

Bendên kontrolê û tîmên rewşên awarte yên girêdayî Şaneyê Aloziyê dê kesên derbasî bajaran bibin an jî jê derkevin, germahiya laşê wan bipîvin, heke rewşeke biguman hebe dê tîm yekser destwerdanê bikin, paşê dê bi KIT were teşxîskirin û heke tesbît bû ku bi Koronavîrusê ketine, dê bixin karantînayê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fre8lHtV9N4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>