​​​​​​​Li Eyn Îsayê ji ber bermahiyên DAIŞ`ê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li gundê El-Ersî yê girdayî navçeya Eyn Îsayê mayineke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`yê teqiya û di encama wê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

​​​​​​​Li Eyn Îsayê ji ber bermahiyên DAIŞ`ê zarokekî jiyana xwe ji dest da
6 nîsan, 2020   07:31
EYN ÎSA

Zarokê bi navê Mihemed El-Îsmayîl (13) dema li ber sewalên xwe li nêzî gundê El-Ersî (10 km li rojavayê navçeya Ey Îsa) bû, mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê pê ve teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Her wiha kurê apê wî Ehmed El-Fehed (12) birîndar bû û ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a li navçeyê.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_AV3ZGq02SY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>