3 birîndarên din ên şewata li Kampa Newroz jiyana xwe ji dest da

Li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê li konekî soba gazê teqiya, di encamê de 6 zarokan û jinekê jiyana xwe ji dest da. Birîndar jî li nexweşxaneya Hesekê têne dermankirin, rewşa yekî xeternak e.

3 birîndarên din ên şewata li Kampa Newroz jiyana xwe ji dest da
5 nîsan, 2020   09:24
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Duh li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê saet dora 6’ê êvarê agir bi konê 2 malbatên koçber ên ji bajarê Serêkaniyê ket, kon bi temamî şewitî û soba gazê jî teqiya.

Kesên di şewatê de birîndar bûbûn, rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê û zarokên bi navên Mihmed Sacir (7), Miyeser Sacir (4), Diyana Sacir (10), Esed Sacir (8 mehî) û zarokê malbata li konê din Ehmed Xelîl (2) û diya wî Sureya Hemûd (35) jiyana xwe ji dest da.

Ji bijîşkên Nexweşxaneya Gel a Hesekê Enter Sîno ji ANHA’yê re axivî û wiha got: "Piraniya kesên şewitîne û anîne nexweşxaneyê, şewata wan di rêjeya 2 û 3’yan de ye anku kûr çûye, nexweşxaneyê kesên şewitîne pêşwazî kirin û rewşa her yekî ji wan wiha ye; Mihemd Hamid ji sedî 20 şewitîye û ji nexweşxaneyê hate derxistin, Ehmed Hamid ji sedî 90 şewitiye, vê sibê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, Sureya Hemûd jî ji sedî 90 şewitiye û wê jî derdora saet 3’yê sibê jiyana xwe ji dest da."

Enter Sîno wiha li axaftina xwe zêde kir: "Malbata din jî Fatma Mihemed ji sedî 90 şewitîbû, Wedha Sacir ji sedî 80, Mihemed Îlêwî Sacir (35)  ji sedî 12 û rewşa wî baş e, Muyeser Îlêwî ji sedî 100 şewitîbû lewma vê sibê saet di 6:00’an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kampa Newroz Dîcle Mihemed axivî û da zanîn ku piştî şewatê wan kesên şewitîne rakirin nexweşxaneya Dêrikê lê ji ber rewşa wan giran bû, yekser ew birîndar rakirin nexweşxaneya Hesekê.

Dîcle wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Nexweşxaneya Gel a Hesekê 3 kesan ji wan jiyana xwe ji dest da û rewşa yekî xeternak e.”

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T0YHeeKfS88" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>