Kolanên Kobanê têne dezenfektekirin

Weke tedbîrên pêwîst ku pêş li belavbûna vîrusa korona were girtin, taxên bajarê Kobanê hatin dezenfektekirin.

Kolanên Kobanê têne dezenfektekirin
5 nîsan, 2020   09:27
KOBANÊ

Îro Şaredariya Gel a bajêr û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dest bi hemleya dezenfektekirinê kir. Ev yek piştî ku mask û lepik, her wiha belavok li şêniyan hatin belavkirin, pêk hat.

Bi dehan xebatkarên şaredariyê û ekolojiyê bi serkêşiya hevserokê şaredariyê Faris Etî tev li hemleya dezenfektekirinê bûn.

Hemleya dezenfektekirinê di çarçoveya hemleyên paqijiyê de ku ji aliyê şaredariyê ve hatin kirin, pêk hat da ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) bigrin.

Tevî ku heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu kes bi vîrusa koronayê neketiye lê ji 23`yê Adara derbasbûyî ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexekirina çûn û hatinê ragihand.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gplzwmACneg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>