Îlham Ehmed îdiayên peymana pevguhertina dîlgirtiyan a QSD`ê û artêşa Tirk derewandin

Îlham Ehmed peymana pevguhartina dîlgirtiyan a di navbera QSD`ê û artêşa Tirk de red kir û piştrast kir ku tu peywendiyên fermî di navbera QSD`ê û artêşa Tirk de tune ne.

Îlham Ehmed îdiayên peymana pevguhertina dîlgirtiyan a QSD`ê û artêşa Tirk derewandin
4 nîsan, 2020   12:13
QAMIŞLO

Gelek dezgehên çapemeniyê îdiayên peymana pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera QSD`ê û artêşa Tirk a dagirker de kirin rojev.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed îro bi civîneke çapemeniyê ku li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişlo bi rê ve çû, têkildarî avakirina komîteya şopandina dosyaya girtiyan û kesên revandî, bersiva pirsên rojnamevanan da.

 Îlham Ehmed wiha got: "Tiştekî bi vî rengî tune ye û tu agahiyên der barê peymana pevguherîna dîlgirtiyan a di navbera QSD`ê û dewleta Tirk de tune ne."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1QpPIsN3YA8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>