Li Efrînê revandina sivîlan didome

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Silêman Bekrê ji gundê Kefer Nibû yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê revand.

Li Efrînê revandina sivîlan didome
4 nîsan, 2020   10:51
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlên Efrînê didomîne.

Çavkaniyan ji Efrînê ji ANHA’yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk beriya du rojan welatiyê bi navê Silêman Bekrî ji gundê Kefer Nibû yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê revand.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan Silêman Bekrî ber bi gundê Birc Heyder ê girêdayî kantona Şêrawa ya Efrînê ve biriye.

(bx)

ANHA