Tevî bangên navneteweyî jî artêşa Tirk û çeteyên wê topbaranê didomînin

Di demekê de ku ji ber Koronavîrusê qedexeya derketina derve berdewam e, artêşa Tirk û çeteyên wê navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê topbaran dikin û ziyanên madî çêbûn.

Tevî bangên navneteweyî jî artêşa Tirk û çeteyên wê topbaranê didomînin
Tevî bangên navneteweyî jî artêşa Tirk û çeteyên wê topbaranê didomînin
Tevî bangên navneteweyî jî artêşa Tirk û çeteyên wê topbaranê didomînin
1 nîsan, 2020   07:34
ŞEHBA

QSD`ê banga NY`yê ya agirbestê erê kir, lê hê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dikin.

Vê sibê jî artêşa Tirk û çeteyên wê navçeya Ehresê topbaran kir û ziyanên madî gihaştin malên navçeyê.

Piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê qedexeya derketina derve ragihand, topbarana artêşa Tirk jiyana sivîlan zêdetir dixe xetereyê.

(eh)

ANHA