SANA: Pergalên parastinê hedefên dijber ên li ser asmana Humsê şikandin

Rejîma Sûriyê ragihand, pergalên parastinê yên asmanî êrişên bi moşekan ên ku ji asîmanê Lubnanê derketin, şikandin.

SANA: Pergalên parastinê hedefên dijber ên li ser asmana Humsê şikandin
31 adar, 2020   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya SANA‘yê "Êriş li dijî asmana Lubnanê pêk hat. Pergalên parastinê yên asmanî hejmarek moşek beriya ku bigihêjin armancên xwe şikandin."

SANA wiha domand: "Pergala parastinê ya asmanî hedefên dijber ên li asmana Humês şikandin."

Ajansê nuqeteyên ku hatine hedefgirtin bibîr nexistin.

(şx)