Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: Hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket 9‘an

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê ragihand, ku 4 kesên din bi Koronavîrusê hatin tespîtkirin. Bi vê yekê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket 9‘an.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: Hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket 9‘an
29 adar, 2020   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SANA‘yê Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê ragihand, 4 kesên din bi Koronavîrusê hatin tespîtkirin. Bi vê yekê hejmara kesên bi vîrusê ketine bûn 9.

Wezaretê beriya vê kêliyê diyar kir ku jinek di rewşek lezgîn de derbasî nexweşxaneyê bû jiyana xwe ji dest da, derket ku vîrûs girtiye.