Koalîsyona Erebî 2 moşekên Husiyan li asmanê Riyad û Cazan teqandin

 Eqîd Tirkî El-Malikî ragihand ku duh bi şev Hêzên Parastina Asmanî yên Erebistana Siûdiyê 2 moşekên bilastîkî ku milîsên Husiyan ji Sena û Seda ber bi sivîl û saziyên sivîl yên li Siûdiyê ve avêtin, teqandin.

Koalîsyona Erebî 2 moşekên Husiyan li asmanê Riyad û Cazan teqandin
29 adar, 2020   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Piştgiriya Yesayî yê li Yemenê Eqîd Tirkî EL-Malkî diyar kir ku 2 moşekên bilastîkî ku ber bi bajarê Riyadê û bajarê Cazan ve hatibûn avêtin, hatin teqandin.

Her wiha El-Malîkî destnîşan kir ku dema her 2 moşek teqandin hin parçe li avahiyên bajarê Riyadê û bajarê Cazan ku sivîl lê bûn  ketin.

eh