Li Misirê hejmara kesên ji ber Covid-19 mirine derket 36‘an

Wezareta Tenduristiytê ya Misirê ragihand ku hejmara kesên vîrûs vegirtine 576 in di nav de 121 kes hatine dermankirin û ji nexweşxaneyê derketine. Wezaretê diyar kir ku hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine derket 36‘an.

Li Misirê hejmara kesên ji ber Covid-19 mirine derket 36‘an
28 adar, 2020   19:24
QAHÎRE

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Karûbarên Ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr.Xalid Mucahid eşkere kir ku 5 şêniyên misirî ku vîrûs vegirtibûn piştî ku li gorî perspektîvên rêxistina tenduristiyê ya cîhanî WHO hatin dermankirin ji nexweşxaneyê derketine û diyar kir ji  161 kesan 121 kes ji vîrûsê rehet bûne.

Mucahid diyar kir ku wezaretê bi rêya pêkanîna perspektîfên WHO`yê, 40 kesên nû ku bi vîrusê ketine belge kirin. Di nav de welatiyek urdinî û 39 misrî ne. Her wiha bal kişand ku 6 kes mirin; zilamek îtalî (73 salî), 5 misrî temenên wan di navbera 57 û 78 saliyê de ji parêzgehan Qahîre, Dimyat, El-Mîne û Bor Seîd.

Mucahid got, tevhiya haletên vegirtina vîrûsê, di nexweşxaneyên taybet bi vê nexweşiyê de li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê êne dermankirin.

Mucahid bibîr xist ku hejmara giştî ya kesên bi vîrûsa Korona ketine heta îro 576‘an kes in, di nav de 121 kes hatin dermankirin û sax bûn û 36 kes mirin.

(şx)