Li Hesekê navendên QSD`ê hatin dezenfektekirin

Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîd Sarya navendên QSD`ê yên li bajar dezenfekte kirin û der barê xetereya Koronavîrusê de hişyarî dan.

Li Hesekê navendên QSD`ê hatin dezenfektekirin
Li Hesekê navendên QSD`ê hatin dezenfektekirin
Li Hesekê navendên QSD`ê hatin dezenfektekirin
Li Hesekê navendên QSD`ê hatin dezenfektekirin
Li Hesekê navendên QSD`ê hatin dezenfektekirin
Li Hesekê navendên QSD`ê hatin dezenfektekirin
Li Hesekê navendên QSD`ê hatin dezenfektekirin
26 adar, 2020   13:57
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li bajarê Hesekê hîn jî hemleya dezenfektekirinê berdewam e û di vê çarçoveyê de Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîd Sarya navendên QSD`ê yên li nava bajêr dezenfekte (taqîm)kirin.

Mask û lepik li şervanan belav kirin û bijîşkan şervan teşxîs kirin da ku bizanin ka şervan bi nexweşiyê ketine yan jî herareta wan bilind e yan na.

Eymen Mistefa bijîşkekî Nexweşxaneya Şehîd Sarya ye û da zanîn ku wan dest bi hemleya dezenfektekirina navendên QSD`ê kiriye. Eymen Mistefa destnîşan kir ku wan şervan teşxîs kirine û tu nîşanên vîrusê tune ne lê ev jî gaveke ji gavên parastina tenduristiyê ye.

Eymen Mistefa di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wan mask, lepik li şervanan belav kirine û awayê parastina ji vîrusê nîşanî şervanan kiriye û bang li şêniyan dikin ku li gorî biryara qedexeya derketina derve tev bigerin, xetereya vîrusê paşguh nekin û selametiya xwe û malbata xwe hişyar bin.

Hemle dê heta bidawîkirina dezenfektekirina hemû navendên QSD`ê berdewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/81nAJ8v8Lfs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>