Li Reqayê 400 dibistan hatin dezenfektekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê di çarçoveya tedbîrên li dijî Koronavîrusê ya nû (Covid-19) de, 400 dibistanên bajêr û gundewarê dezenfektekirin.

Li Reqayê 400 dibistan hatin dezenfektekirin
25 adar, 2020   05:35
REQA-RUBA EL-ELÎ

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Muhened Kakecî got: "Komîteya Tenduristiyê tedbîrên xweparastinê li dijî Koronavîrusê girtin."

Kakecî wiha domand: "Heta niha tu halet li bajarê Reqayê û gundewarê wê nehatiye belgekirin."

Kakecî bal kişand ser ku armanc ji ferzkirina qedexeya derketina derve, sivikkirina kombûnan da ku karibin tevahiya cihên giştî yên bajêr, nexweşxane û saziyan bi dermanan pak bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/v-LQ72RnmgI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>