​​​​​​​‘Em dikarin bi ramanên Ocalan Sûriyeke nû ava bikin’

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum got: “Em dikarin bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan guhertineke rasteqîn ji bo parastina xak û gelê Sûriyê çêbikin. Ji bo li dijî her dagirkerekî û hêzeke terorîst bisekinin. Em dikarin bi van ramanan Sûriyeke nû, demokratîk û azad ava bikin.”

​​​​​​​‘Em dikarin bi ramanên Ocalan Sûriyeke nû ava bikin’
22 adar, 2020   06:29
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Di 4‘ê Adarê de birayê Rêber, Memet Ocalan serdana Îmralî kir.  Rêbertî di peyama ku şandibû de wiha gotibû: “Çareserî ev e; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rêxistinbûyînên li wir Kurd, Ereb, Ermen û Xiristiyan heke nebin hêz wê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelekî rast e."

Girêdayî mijarê hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersum ji ANHA‘yê re axivî û diyar kir ku nameya dawî ya Ocalan girîng e û got: "Nêrînên wî yên derbarê teşxîskirina aloziyan de zelal in û nêrînên derbarê çareserkirina van aloziyan de gelekî girîng in."

Bersum destnîşa kir ku nêrînên Rêber Ocalan ên girêdayî hevgirtin û yekitiya pêkhateyan xaleke girîng û sereke ye û wiha pê de çû: "Bi van nêrînan em dikarin guhertineke rasteqîn ji bo parastina xak û gel li dijî her dagirkerekî û hêzeke terorîst  pêk bînin. Ez dibînin ku ev nêrînên xaleke sereke ber bi civakeke azad û demokratîk ve ye bi rêya em dikarin Sûriyeke nû ava bikin."

Senherîb Bersum di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku şerê li Sûriyê nakokî di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de çêkir, heger li ser esasê netewî be yan jî ol be û hêzên bi nakok ên li Sûriyê bi pirrengiya li Sûriyê lîstin û wiha domand: "Ji bo rawestandina van planan, vî şerî û fitneyên ku hevgirtina gelê Sûriyê ji hev dixe, texmîn dikim ku yekitiya civaka Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî, îtîrafkirina bi pêkhateyên din û mafên hemûyan bingehê pêşeroja Sûriyê ye."

NAKOKIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN DI NAVBERA PERGALÊN DESTHILATDAR Û GELÊN AZADÎXWAZ DE YE

Têkildarî çareseriyên avakar ên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina aloziyên li Sûriyê û Rojhilata Navîn pêşkêş kirine Senherîb Bersum got: "Teşxîskirina rewşê li gelek dewletên Rojhilata Navîn di xeta qalind a nakokiyên di navbera pergelên desthilatdar û gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz de ye û beşdarbûna di avakirin û rêveberiya dewletên li herêmên ku lê dijîn e. Ev nakokî ji dîroka berê heta niha ve heye. Ev pergal her tim nakokiyan di navbera pêkhateyan de derbixîne da ku li ser gelên herêmê serwer bimîne. Bi yekitiya pêkhateyan û modela Rêveberiya Xweser a dûrî olperest, netewperest çareserî pêkan e."

Bersum îşaret bi tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha axivî: "Di vê tecrubeyê de xala cewherî yekitiya pêkhateyan e, her wiha beşdarbûna wan a di qadên parastinê û hemû qadên avakirina rêveberiya herêmê  de ye. Ev yek sedema berdewama vê Rêveberiya Xweser e û serkeftina wê ya li ser erdê ye. Ji berê vê yekê em wekî modêl dibînin ku bi rêya wê em dikarin Sûriyek nû li ser van bingehan û çaneke nû ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sepandiye ava bikin."

Derbarê çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aloziya Sûriyê pêşkêş kiriye Senherîb Bersum wiha got: “Xala herî girîng di yekitiya pêkhateyan de ye, divê wekhevî di navbera pêkhaeyan de hebe, her wiha destûrek hebe ku mafên hemû pêkhateyan nas bike û hemû di avakirinê de beşdar bin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersum her çareseriyek din bêyî ya Rêber Ocalan were pêşkêşkirin tê wateya parçebûna Sûriyê li ser esasê mezhebî û olî û got: "Heger em rêgeza beşdarkirina hemû pêkhateyan di rêvebirina Sûriyê de dûr bikevin ev xeteriyeke rasteqîn e, dê parçekirina civaka Sûriyê û erdîngariya wê encam bide."

ANHA