Li Şehbayê biryar û tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Korona

Rêveberiya nexweşaxaneya Avrîn bi hevkariya Heyva Sor a Kurdî  û Rêveberiya Xweseriya Demorkarîk tedbîrên xweparastinê girt û planên pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Korona danî. Dr. Osman Şêx Îsa jî bang li şêniyan kir ku li gorî perespektîvên teduristiyê, tevbigerin.

Li Şehbayê biryar û tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Korona
19 adar, 2020   14:25
ŞEHBA- FÎRAS IBRAHÎM- XANDÎ ELO

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî vîrûsa Korona wekî şewbeke cîhanî ragihand. Heta niha bi hezaran nexweşên vîrûsê li gelek dewletên cîhanê her wiha mirina bi hezaran ji ber bandora vîrûsê , hatine qeydkirin.

Di çarçoveya palnan ku li herêma Şehbayê ji bo pêşîgirtina belavbûan vîrûsê hatiye danîn de, rêveberiya nexweşxaneya Avrîn bi hevkariya rêxistina Heyva Sor a Kurdî û Rêveberiya Xweseriya Demorkarîk a herêma Efrînê birayra qedexekirina kombûnan li kantonê û girtina hemû xwaringeh, holê şahiyan û sûkên gelêrî, da.

Dê biryar ji sibê (Înê) ve bikeve meriyetê. Tîmên tenduristiyê yên nexweşxaneya Avrîn dê di nava şêniyan de digerin û wan hişyar bikin, her wiha bi rêya bafilên deng li gund û navçeyên kantonê, dê perespektîvên der barê xweparastina ji vîrûsê bidin gel.

Dê gera tîmên tenduristiyê li ser du beşan pêk bê û ji saet 9:00`ê sibehê ve heta saet 5:00`an dewam bike.

Her wiha di çarçoveya plana tenduristiyê de, dê endamên komînan madeyên nan, şîr û pakêtên madeyên xwarinê yên din li şêniyan belav bikin da ku şênî ji malê dernekevin.

Li gorî rêveberiya nexweşxaneya Avrîn, wan perespektîvên der barê çawaniya xweparastinê, bi dest nedana silavê, baldariya li paqijiyê şexsî, guhertina cilan dema hatina ji derve û şûştina destan bi rêk û pêk, dane.

Rêveberiya nexweşxaneyê her wiha bang li şêniyan kir ku dema îşaretên wekî kuxik an germahiya laş li wan xuya kir, yekser berê xwe bidin nuqteyên tenduristiyê da ku çavdêriya pêwîst bê kirin.

Di vê der barê de, yek ji rêveberên nexweşxaneya Avrîn Dr. Osman Şêx Îsa wiha got: "Ta niha tu rewşên nexweşiya vîrûsa Korona ya nû li kantona Şehbayê, tespît nebûne."

Şêx Îsa îşaret pê kir ku dema rewşên nexweşiyê li kantonê bên dîtin, dê tedbîrên xweparastinê wekî vekirina navendên taybet bên girtin û bi hevkariya nexweşxaneya Cami`a ya Helebê dê nexweş ji bo wir bên veguhestin.

Her wiha destnîşan kir ku ger pirsgirêk di veguhestina nexweşan ji bo Helebê derkevin, dê navendên taybet li kantona Şehbayê vekin.

Şêx Îsa tekez kir ku li gorî derfetên heyî yên nexweşxaneya Avrîn ew amade ne  bi dirêjahiya 24 saetan alîkariyê di hemû aliyan de bidin şêniyan.

Şêx Îsa ev bangewazî li şêniyên Efrînê kir: "Netirsin! Heta niha tu rewşên nexweşiyê derneketine. Em ê bi rêya tedbîrên xweparastinê xwe ji vîrûsê biparêzin. Bi hêvî me hûn li gorî biryar û perespektîvên di vê der barê de, tev bigerin."

Endamên rêveber ê nexweşxaneya Avrîn Dr. Osman Şêx Îsa di dawiya axaftina xwe de, rêxisitnên tenduristiyê yên navdewletî ku berpisiyariyên xwe li hemberî şêniyên Efrînê pêk naynin, şermezar kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3zRGjslNmFk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>