Koçberên Efrînê: Hedefa me yek e, ew jî rizgarkirina xakê ji dagirkeran e

Şêniyên Efrînê yên koçber got dagirkirina Tirkiyê ji Efrînê re bi peymana qirêjî ya bi Rûsyayê re pêk hat û piştrast kir ku berxwdana wan heta rizgarkirina xaka wan dê berdewam be.

Koçberên Efrînê: Hedefa me yek e, ew jî rizgarkirina xakê ji dagirkeran e
18 adar, 2020   13:54
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Dewleta Tirk a dagirker di 18.03.2018’an de piştî wergirtina şewqa kesk ji Rûsyayê û tevî bêdengiya Amerîka û Ewropayê, Efrîn dagir kir.

Hesen Berko ê ji Efrînê wiha got: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê hovane bû."

Berko wiha domand: "Ez ji Rûs û Tirkan re dibêjim ku şîrê ku zarokên we vedixwin, xwîna zarokên Efrînê ye, her wiha bi peymana we ya qirêj Efrîn hat dagirkirin û we şêniyên wê bi zorê koçber kirin. Pirsa min ji Pûtîn ew e; tu ji xwe şerm nakî ku şewqa kesk didî Erdogan da ku me bikuje? Erdogan Hîtlerê nû ye."

Berko piştrast kir ku berxwedana wan garantiya rizgarkirina kantona Efrînê ye û wiha got: "Em ê li ber xwe bidin, dev ji xaka xwe bernadin. Her wiha tişta herî biha li gel me zarok û welatê me ye, zarok hatin kuştin û welat hat dagirkirin, ji lew re tişta ku ji bitirsin ku winda bikin tune ye."

Ji aliyê xwe ve jî Nûrî Menla Nesan Nûrî bêdengiya navdewletî der barê êrişan de şermezar kir û wiha anî ziman: "Bi moşek û balafiran em hedefgirtin, komkujî li pêş çavên tevahî cîhanê pêk anîn, lê belê dê li ber xwe bidin heta ku Efrînê rizgar bikin."

Şêniya bi navê Zêneb Menla jî diyar kir ku hedefa wan yek e, ew jî rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran e.

(fr)

ANHA