Li Şedadê teqîna terorî... 2 sivîl birîndar bûn - HAT NÛKIRIN

Di encama teqîna terorî ya li pêş Navenda Polîsên Trafîkê ya li navçeya Şedadê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li Şedadê teqîna terorî... 2 sivîl birîndar bûn - HAT NÛKIRIN
16 adar, 2020   08:18
HESEKÊ

Beriya çend kêliyan motorsîklêteke bombebarkirî li kolana giştî ya li pêş Navenda Polîsên Trafîkê teqiya.

Li gorî nûçegihanên ANHA’yê yên li navçeyê, teqîn saet di 09:20’an de pêk hat. Her wiha di encama teqînê de 2 şêxên eşîra El-Rawî; Mihemed Rawî û birayê wî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya Şedadê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û yên Trafîkê yekser dest tê werda û derdora cihê teqînê dorpêç kir û sivîl ji kolanê ji bo parastina wan bi dûr xistin.

(fr)

ANHA