Ji bo bîranîna zarokên komkujiya Til Rifetê li cihê komkujiyê çerxerê tê çêkirin

Bi armanca xwedîderketina li şehîdên komkujiya Til Rifetê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li cihê ku komkujî lê qewimiye dest bi çêkirina çerxerêyekê kir.

Ji bo bîranîna zarokên komkujiya Til Rifetê li cihê komkujiyê çerxerê tê çêkirin
Ji bo bîranîna zarokên komkujiya Til Rifetê li cihê komkujiyê çerxerê tê çêkirin
Ji bo bîranîna zarokên komkujiya Til Rifetê li cihê komkujiyê çerxerê tê çêkirin
Ji bo bîranîna zarokên komkujiya Til Rifetê li cihê komkujiyê çerxerê tê çêkirin
Ji bo bîranîna zarokên komkujiya Til Rifetê li cihê komkujiyê çerxerê tê çêkirin
Ji bo bîranîna zarokên komkujiya Til Rifetê li cihê komkujiyê çerxerê tê çêkirin
15 adar, 2020   14:01
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

2 Çileya 2019`an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe li dijî sivîlên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûbûn, komkujî pêk anî, di encamê de 10 kes şehîd bûn ji wan 8 zarok bûn û 12 kesên din ku piraniya wan zarok bûn, birîndar bûn û parçeyên canê xwe winda kirin.

Bi armanca bîranîna zarokan Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi hevkariya Şaredariya Gel a Til Rifetê çerxerê li dagerandina rêya Çariyan anku devera komkujî li dijî zarokan, ava dike.

Dê peykerê zarokên xwendan basên firişteyan, di destê wî de kevoka aştiyê heye û li ser goga zemînê rûniştîye, were danîn. Li ser kevirê mermerê navên zarokên şehîd bûne û temenê wan were nivîsandin.

Hêjayî gotinê ku xwendekarên bi navên Îbrahîm Camo û Diyar Reyhanî navên her 8 zarokan bi zimanê kurdî û erebî û sembola  Partiya Pêşerojê ya Sûriyê nivîsandine.

Peyker jî Zekî Osman ê ku berî niha li ser textan dinexişand, çêkir . Osman ji beriya 2 mehan ve dest bi çêkirina peykerê zarokan kiriye.

Di vê derbarê de endamê Rêveberiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê navçeya Til Rifetê Yasir Ehmed anî ziman ku wan xwest bêgunehiya zarokan nîşan bidin û hovîtiya artêşa Tirk li dijî sivîlan derxin holê. Yasir Ehmed got wan endamên şaredariya gel û meclisa navçeyê û xwendekarên dibistanê jî tev li kar kirine û navên şehîdan û temenên wan xêz kirin, tê payîn ku 20 Adarê kar bi dawî bibe.

Têkildarî ramana çêkirina peykerê zarokekî Ehmed parve kir ku goga zemînê nîşana bêdengiya dewletên navdewletî beramberî hovîtiya dewleta Tirk e di heman demê de peyker nîşana zarokên şehîd bûne dike. Yasir Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku parastina zarokan ji qetilkirinê bikin.

(eh)

ANHA