'Bergiriyên Rêveberiya Xweser erênî ne û xizmeta selametiya gel dikin'

Şêniyên herêma Cizîrê îşaret bi bergiriyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên der barê pêşîlêgiritina belavbûna vîrusa Koronayê de kir.

'Bergiriyên Rêveberiya Xweser erênî ne û xizmeta selametiya gel dikin'
'Bergiriyên Rêveberiya Xweser erênî ne û xizmeta selametiya gel dikin'
'Bergiriyên Rêveberiya Xweser erênî ne û xizmeta selametiya gel dikin'
'Bergiriyên Rêveberiya Xweser erênî ne û xizmeta selametiya gel dikin'
15 adar, 2020   12:12
QAMIŞLO-BASIL REŞÎD-SILAVA ABDULLAH REHMAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê, bi hejmara 23`yan biryara girtina zanîngeh, dibistanan û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya kombûnê ragihand.

Di vê der barê de şêniyên bajarê Qamişlo îşaret bi bergiriyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî pêşîlêgirtina vîrusê kir. Welatiyê bi navê Mihmed Elî Beşar diyar kir ku biriyarên Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina vîrusê standina baş in û selametiya şêniyan diparêze.

Elî bal kişand ser girîngiya baldariya şêniyên û xweparasatina ji vîrusê, guhdana bi paqijiya can, destên xwe taqîm bikin û li gorî bergiriyên Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê tev bigerin.

Welatiya bi navê Fatima Hacî ya ji bajarê Qamişlo got: “Me gelek bergirî girtine, ji wan danîna devboşkan (mask), lepikên parastina ji vîrusê, bi awayekî rojane em malên xwe taqîm dikin, kel û pelên malê didin ber rojê û li gorî bergiriyên Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduriyê zarokên xwe hişyar dikin.”

Fatima Hacî spasiya Rêveberiya Xweser li ser kar û xebata bi armanca parastina gel kirine, kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M5ctGgO8aUU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>