Li gundê Şêx Îsa zarokek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa ê kantona Şehbayê kir hedef. Di encama wê de zarokekî 6 salî birîndar bû.

Li gundê Şêx Îsa zarokek birîndar bû
15 adar, 2020   08:15
ŞEHBA

Gundê Şêx Îsa ê girêdayî navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê duh ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên xwe li bajarê Marî bi cih kirine, hate topbarankirin.

Di encama wê de zarokê bi navê Ehmed Osman (6) ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Ehmed ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya bajarokê Fafînê.

Artêşa Tirk a dagirker gundewarên kantona Şehbayê yên ku sivîl di wan de dijîn, dike hedef û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne.

(bx)

ANHA