Deriyê Sêmalka heya demek ne diyar bi temamî hat girtin

Rêveberiya Deriyê Sêmalka ji ber tedbîrên li dijî korona vîrûsê heya demek ne diyar deriyê Sêmalka bi temamî girt. Tenê derî wê ji haletên awarte re vekirî be.

Deriyê Sêmalka heya demek ne diyar bi temamî hat girtin
14 adar, 2020   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Deriyê Sêmalka daxuyanî da û tê de rawestandina çûyînûhatinê li deriyê ragihand. Her wiha rojek ji bo rêxistinên mirovî diyar kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji dîroka îro 14-3-2020`an ve derî bi temamî li hember rêwiyan ji û ber bi Rojava ve tê girtin. Roja Sêşemê ji bo rêwîtiyên rêxistinên mirovî û yên ku di NY`î ji û ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê diyarkirin.

Ji vê biryarê haletên lezgîn ên ku divê derbasî herêma Kurdistanê bibin, tên istisnakirin."

Biryara Rêveberiya Deriyê Sêmlka di çarçoveya rêzegirtekên taybet de ji bo parastina ji vîrûsa Korona tê.

(şx)

ANHA