Li kampa Holê penaberekî iraqî hate kuştin

Vê sibê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampa Holê cenazeya penaberkî iraqî dîtin.

Li kampa Holê penaberekî iraqî hate kuştin
14 adar, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji kampa Holê ragihand ku Hêzên Ewlekariyê cenazeyê penaberê iraqî Bekir Mihsin Ferhan(30) û li aliyê duyemîn ê geliyê beramberî aliyê bakurê kampa Holê dijî dîtin.

Der barê bûyera qetilkirina berpirsekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê kampa Holê beyî ku navê xwe eşker bike diyar kir, ku kuştî bi çakûcê gelek derbe di serê xwe de xwaribû  û dema wan  cenaze dît wan  çakûç li kêleka term wî dît û cihê  xwînê diyar bû.

Berpirs anî ziman ku di demên dawîn de buyerên qetilkirina bi çakûç gelekî dubare dibe û jinên çeteyên DAIŞ`ê vê yekê bi kar tînin, her wiha mebesta jinan ji vê yekê jî ew e ku kesên li kampê dimînin û nema baweriya xwe bi fikirên tundrew tînin wan ceza bikin.

66 hezar koçber û penaberên iraqî li kampa Holê dimînin, ji wan zêdetirî 40 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`iyên sûrî, iraqî û biyanî ne.

Di demên derbasbûyî de berpirsa Hêzên Ewekariya Hundirîn a li kampa Holê Êlûl Rizgar ji ajansê re diyar kir, ku sûcdariyên wiha li kampa Holê zêde dibin û xeteriya mana malbatên çeteyên li kampan diyar dike, beramberî vê yekê dewletên peywendîdar bi awayekî cidî tev nagerin ji bo çareseriyan peyda bikin.

(eh)

ANHA