Li Minbicê mîhrîcana sporê dest pê kir

Mîhrîcana duyemîn a sporê li bajarê Minbicê bi dirûşma "Spor rêya nirx û exlaq e" dest pê kir.

Li Minbicê mîhrîcana sporê dest pê kir
Li Minbicê mîhrîcana sporê dest pê kir
Li Minbicê mîhrîcana sporê dest pê kir
Li Minbicê mîhrîcana sporê dest pê kir
Li Minbicê mîhrîcana sporê dest pê kir
12 adar, 2020   11:17
MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê li Stada Beledî ya navenda bajêr kom bûn û tev li mîhrîcana duyemîn a spore (werzîş) bûn. Mîhrîcan bi boneya salvegera 3`yemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Minbicê tê lidarxistin.

Îro di saetên sibê de mîhrîcan bi beşdarbûna şêniyên bajêr, endam û rêveberên saziyên Minbicê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Di mîhrîcanê de dê axaftin werin kirin. Her wiha dê çalakiyên spor, huner, stran û govendên gelêrî werin pêşkêşkirin. Komên tev li mîhrîcanê bûne dê di dawiyê de werin xelatkirin.

Tê zanîn ku Rêveberiya Sivîl Minbic û Gundewarên Wê di 12`ê Adara 2017`an de hat damezirandin (piştî çend mehan ji rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê di 12`ê Tebaxa 2016`an de) ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê ve.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r07azSroc0I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>